Polîsên Tirk li Qoserê zarokekî din qetil kirin-HAT NÛKIRIN

Polîsên Tirk, li navçeya Mêrdîn Qoserê, Mazlûm Tûran ê 16 salî qetil kirin.

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, polîsên tevgera taybet ên piştî teqîna duh êvarê derketin operasyonê, zarokekî 16 salî qetil kirin.

Duh êvarê li nêzî Mizgefta Seyda ya li ser rêya Îpekê ya li Qoserê, di dema derbasbûna otobuseke polîsan de teqînekê rû da. Di teqînê de 3 jê giran 19 kes birîndar bûn.

Heman piştî teqînê polîsên tevgera taybet ên Tirk derketin operasyonê û gule li wesayîtekê reşandin. Ji ber gulereşandinê ajokarê wesayîtê Mazlûm Tûran ê 16 salî bi giranî birîndar bû.

Mazlûm Tûran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, lê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.

TEVÎ KU WESAYÎT SEKINÎ JÎ POLÎSAN GULE LÊ REŞANDIN

Malbata Tûran ji ANF'ê re peyivî û der barê bûyerê de ev agahî da: "Bûyer piştî teqîna duh êvarê ya li Qoserê rû da. Li cihekî nêzî bûyerê dikan bavê Mazlûm heye. Karê firotina mirîşkên sax dike. Mazlûm jî bi wesayîtê diçe dikanê. Li kêleka wî birayê wî yê herî biçûk û pismamê wî hene. Dema vedigere, polîs wesayîtê disekinîne. Kengî wesayît disekine, polîs guleyan lê direşînin. Di bedena Mazlûm de şopa 3 guleyan heye. Li serê wî jî şopa fîşekê heye. Tiştek bi zarokên li kêleka wî nehat. Lê belê her du zarok di rewşa şoqê de ne. Mazlûm di nava 4 zarokan de yê herî mezin bû. Piştî teqînê polîsan gule li wesayîtên ji bo rakirina birîndaran hatin jî reşandin. Polîsan gule li derdorê reşandin."