Polîsên Tirk li Edeneyê zexta sîxuriyê li ciwanan dikin
Ciwanê Kurd Serhat Dal ê li Edeneyê diyar kir, polîsên Tirk demeke dirêj e sîxuriyê li ser wî ferz dikin, gefa mirinê lê dixwin û got, "Ez bêrûmetiya sîxuriyê qebûl nakim. Li bendê me ku rayedar bikevin dewrê."
SEDAT SÛR
EDENE / ANF
çarşem, 29 adarê 2017, 07:10
Serhat Dal ê li navçeya Seyhan a Edeneyê dijî, roja 14'ê Sibatê di operasyonekê de hat binçavkirin. Di binê çavan de sîxurî li Dal hat ferzkirin û piştî mehekê careke din hat binçavkirin. Dal anî ziman, polîs hatiye cihê wî yê kar û sîxurî lê ferz kiriye. Dal diyar kir, wî êdî li pêşberî zextan nekariye îdare bike û biryar daye tiştên bi serê wî ve hatine, vebêje.
Serhat Dal ji ANF'ê re axivî û xwest, rayedar tavilê bikevin dewrê û wî ji gefên polîsan biparêzin.
DI ODEYA BÊ KAMERA DE SÎXURÎ LÊ FERZ KIRIN
Serhat Dal qala tişta li navenda polîsan bi serê wî ve hat, kir: "Roja 14'ê Sibatê hatim binçavkirin û di 15'ê Sibatê de bi parêzerê xwe re axivîm. Piştî axaftina bi parêze re, min xistin oedeya bê kamera. Li vê derê sê kesên ji hev re digotin 'Kanka' û 'Dayi' ku yek jê qelew û keçel bû, yek zeyîf û dirêj bû, yê din jî zehîf û bejna wî ne zêde dirêj bû, bi min re axivîn. Ji min re gotin, 'Bibe sîxurê me, dema li taxê tiştek bû ji me re bêje. dewleta me wê ji aliyê madî û manewî ve piştgiriyê bide te."
DEMA KU SÎXURÎ QEBÛL NEKIR, JÊ RE GOTIN 'TU XAYÎN E'
Serhat Dal diyar kir, dema ku wî zexta sîxuriyê qebûl nekir, polîsan bi gotina 'tu xayîn e, tu ji wan e' heqaret lê kirine û got, "Nedibû ku min sîxurtî qebûl bikira. Ji ber ku sîxurtî bêrûmetî ye. Ji min re gotin, 'Eger li taxa Barbarosê tiştek bibe, ji me re ragihîne'. Gotin, 'hin sûcên te kirine hene, em ê van jê bibin, naxwe em ê dev ji te neqerin'."
PIŞTÎ KU SÎXURÎ QEBÛL NEKIR, CAREKE DIN HAT BINÇAVKIRIN
Dal ragihand, piştî vê yekê polîs ji wî neqeriyan e û careke din hatiye binçavkirin. Dal ragihand, careke din zexta sîxuriyê lê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Mîna binçavkirina destpêkê wan her sê polîsan careke din di binê çavan de zexta sîxuriyê li min kirin. Ji min re gotin, 'me kir ku tu were binçavkirin, em ê dev ji te neqerin'. Min careke idn zexta sîxuriyê red kir."
'EM Ê DI 4'Ê NÎSANÊ DE CAREKE DIN TE BIGIRIN Û GULEYÊ BERDIN SERÊ TE'
Serhat Dal herî dawî di 14'ê Adarê de hat binçavkirin û berdan. Dal anî ziman, piştî vê yekê polîs hatine cihê wî yê kar û li vê derê zexta sîxuriyê lê kirine. Serhat Dal diyar kir, ji ber vê yekê ew ji cihê kar derketiye û destnîşan kir, ku ew ê li pêşberî van zext û gefên polîsan bêdeng nemîne û ji rayedaran xwest, bikevin dewrê. Dal da xuyakirin ku polîsan gef lê xwarine û gotine "Em ê di 4'ê Nîsanê de te bigirin, bibin cihekî nediyar û li wir berdin serê te." Dal diyar kir ew ê bi rêya parêzerê xwe gilî bike.
'SÎXURÎ BÊRÛMETÎ YE'
Serhat Dal bibîr xist, hêzên dewletê di her serdemê de zexta sîxuriyê li ciwanen Kurd dikin û got, "Divê kesek vê bêrûmetiyê qebûl neke. Sîxurî xiyaneta li gel û têkoşînê ye. Çi dibe bilab ibe ez ê li ber zexta polîsan li ber xwe bidim û sîxuriyê qebûl nekim."