NÛ BÛ

Polîsên Tirk çalakiya ji bo Licê asteng kirin

Çalakiya ku wê ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê, Koordînasyona HDK’ê ya Stenbolê û KJA’yê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo Licê bihatiba lidarxistin ji aliyê polîsan hate astengkirin.

Polîsên ku qad dorpêç kirin, nehiştin pankarta “Qetlîama Xweza û Mirov a li Licê Rawestînin” jî bê vekirin. Girseyê ev kiryarên kêfî bi çalakiya rûniştinê protesto kir, Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş yê mafê axaftinê wergirt jî destnîşan kir ku zîhniyeta Licê şewitandiye û Sêwaz şewitandiye heman e.

 ku wê ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê, Koordînasyona HDK’ê ya Stenbolê û KJA’yê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo protestokirina qetlîama mirov û xwezayê ya li Licê bihatiba lidarxistin ji aliyê polîsan hate astengkirin. Di çalakiyê de ku Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Dogan Erbaş jî tevlî bibû, polîsan nehiştin pankarta “Qetlîama Xweza û Mirov a li Licê Rawestînin” jî bê vekirin, gef xwarin ku eger bê vekirin wê destwerdanê bikin. Girseyê ev kiryarên kêfî bi çalakiya rûniştinê protesto kir, dirûşmeya “Zext nikarin me bêzar bikin” qîr kir. Di çalakiya rûniştinê de ji bo pirsîna aqûbeta Rêveberê HDP’ê yê Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter tîşortên ku li ser nivîsa “Hûrşît Kulter li kû ye?” dinivîsî li xwe kirin. Hevserokê HDP’ê Stenbolê Dogan Erbaş bi şermezarkirina van kiryarên derhiqûqî yên polîsan ve dest bi axaftina xwe kir. Erbaş bi bîr xist ku ji bo daxuyaniya têkîldarî qetîama li navçeya Licê ya Amedê li vir kom bûne, got têkîldarî Licê di serî de rêxistinên mafên mirovan, ji aliyê raya giştî ya navneteweyî daxuyanî tên, lê daxuyaniya li Stenbolê ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ve tê astenkirin. Erbaş got ev pêkanînê kêfî ne, wiha dewam kir: “Berpirsê atmosfera îro li Tirkiye û Kurdistanê jî heman zihniyet e, heman nêzîkatî ye.”

‘ZIHNIYETA LICÊ Û SÊWAZ ŞEWITAND HEMAN E’

Erbaş nameya lêborînê ya ku Erdogan ji Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn re şand bi bîr xist, wiha dom kir: “Hûn dibînin îro li ser hev lêborînan dixwaze. Em tiştekî nabêjin bila bixwaze. Lê eger wê bixwaze, bila ji gelên li ser vê axê hatine qetilkirin jî bixwaze. Îro 2’yê Tîrmeha salvegera Qetlîama Sêwazê ye. Eger bi zihniyeta qetlîama Sêwazê kiriye re hevrû bihatana wê îro êşên nû çênebana.”

Erbaş destnîşan kir ku zihniyeta Licê şewitandiye, bi ya Sêwaz şewitandiye re heman e.

Her wiha polîsên xwe li pankarta têkîldarî qetlîama Licê ranegirtin, tîşortên li ser ciwanan ên “Hûrşît Kulter li kû ye?” dinivîse jî bi zorê ji wan kirin.

...