Polîsên Tirk bi kask û mertalan êrîşî parlamenterên HDP'ê kirin

Polîsên Tirk bi kask û mertalan êrîşî parlamenterên HDP'ê kirin. Polîsan bi tundî li parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û hin parlamenteran xistin.

Polîsên Tirk ên pêşî li wekîlên dixwazin xwe bigihînin Cizîrê girtin, bi hinceta fermana Wezareta Karên Hundir, pêşî li meşa parlamenteran girtin.

Bi fermana "Wan biqewirînin-paqij bikin" a amîrên polîsan, polîsên Tirk bi kask û mertalan êrîşî parlamenterên HDP'ê kirin.

Ji ber lêdana bi kask û mertalan, tevî parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş gelek wekîl birîndar bûn.

Polîsên Tirk ên bend danîne pêşiya parlamenteran, nahêlin wekîl bimeşin.