Polîsên TEM'ê li Osmaniyê 5 kes binçav kirin

Polîsên TEM'ê li Osmaniyê 5 kes binçav kirin

Yekîneyên polîsên TEM'ê şev nîvê şevê li Osmaniyê bi ser gelek malbatên kurd de girtin û di serdegirtina şevê de 5 kes binçav kirin. 

Yekîneyên girêdayî şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Osmaniyê şev nîvê şevê saet di 02.00'an de bi ser gelek malan de girt. Polîsan li taxa Yunus Emre di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Sercan Aktaş, Murat Aktaş û 3 kesên ku nav û paşnavê wan nehat zanîn binçav kirin. Polîsan 5 kes birin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê û piştre birin Şaxa TEM'ê ya Osmaniyê.