Polîsên ku Dilşat Aktaş lînç kirin hîna nehatine peydakirin

Polîsên ku Dilşat Aktaş lînç kirin hîna nehatine peydakirin

Di protestoyên Hopa yên Enqereyê de, polîsên ku bi tundî li rêvebera Malên Gel Dilşat Aktaş xistn û kulîmeka wê şikandin, li gel delîlan jî hînê nehatine dîtin.

Polîsên ku di dema xwepêşandana şermezarkirina qetilkirina Metîn Lokûmcû de li Enqereyê li rêvebera Malên Gel Dilşat Aktaş xistin û kulîmeka wî şikandin, hînê nehatine dîtin. 

Polîsên ku ji dîmenên kameraya Mobese nûmarayên kaskên wan bi awayekî zelal tên dîtin, yek jê piştî 28 mehan li dozgeriyê der barê bûyerê de îfade da. Polîsên din jî ku nêzî 40 heb in, hînê tev li lêpirsînê nehatine kirin.

Aktaş a ku di rojnameya Cumhuriyetê de der barê bûyerê de daxuyanî da got: “ Dem li dijî min dibihure. Polîsên ku êrişî min kirine hejmara wan a kaskê li gel ku di dîmenên MOBESÊ  de heyî jî îfadeyên wan ne hatine girtin.” Aktaş diyar kir ku di dema lêpirsînê de wêneyên 2 hezar polîsan danîne pêş wî û jê xastine ku wan diyar bike. 

Aktaş ku di bûyerê de kulîmeka wê şikestî, lingê wî 2 santîma kurt bûye. Aktaş ku hîna dermanbûnê berdewam dike dibe ku protez bêxe lingê xwe.