18:49
Di daxuyaniya ji aliyê Komîteya Rêxistina Meşê ve hate kirin de wiha hate gotin: Bi hezaran kesên li dijî êrîşên polîsên Elman posterên Ocalan vekirin û bilind kirin. Gelê me li hemberî êrîşan gav bi şûnde neavêt, li ber xweda û çalakiya me gihişt armanca xwe. Çalakiya xwe ya bi berxwedanê gihişte armancê li vir bi dawî dikin.
18:39
Hevserokê HDK-E Demîr Çelîk ê li qadê xîtabî gel dike: Li Rojava û çiyayan agirê azadiyê geş dibe. Roj roja berxwerdanê ye. Serhildanê bilind bikin….
18:26
Polîsên Elman li ser rêya Benratherê dubare êrîşî gel kirin. Bi hezaran kesî bi dirûşma ”Bijî Serok Apo” li dijî polîsan ketin berxwedanê. Aloziya li herêmê dewam dike.
18:19
Nûnerê Ciwanên Azad Firat Dicle yê li qadê xîtabî gel dike: Em li dijî êrîşên polîsên Elman gav bi şûnde navêjin, heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em ciwanên APOYÎ ne, êrîşên li ser Rêbertiya xwe em qet qebûl nakin.
18:05
Polîsan dîsa êrîşî gel kirin, lê girseya gel gav bi şûnde navêjin. Girseya gel a posterên Ocalan û alên PKK’ê hildane berxwedana xwe didomînin.
18:04
Kurdistaniyên li dijî êrîşên polîsan gav bi şûnde navêjin, qada êrîş lê hate kirin vegerandin mîtîngê. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç xîtabî gel dike. Koç êrîşên polîsên Elman bi zimanekî tund şermezar kir.
18:02
CEMÎL BAYÎK: Bang li hemû gelê me, rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyî dikin ku li dijî faşîzmê têkoşînê bike, ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bike, li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmralî çalakiyan pêk bîne.
18:01
CEMÎL BAYÎK: Erkê bûna demokrat û sosyalîst, xwedîderketina li Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêbe Apo têkoşîna azadiya gelan e. Xwedîderketina li Rêber Apo, erkê yekem ê têkoşîna li dijî faşîzmê kirine.
18:00
CEMÎL BAYÎK: Divê bi lezgîn li Tirkiyeyê eniyeke demokratîk bê avakirin. Desthilata faşîst di demê xwe yê herî lewaz û qels de ye. Têkoşînek hevpar wê faşîzmê tar û mar bike.
17:59
CEMÎL BAYIK: Dema ku bi gelê re Kurd têkoşîna were pêşxistin, wê doza Kurdan jî çareser bibe û demokrasî jî bi pêş bikeve. Bi vê armancê li Tirkiyeyê projeya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan hate pêşxistin. Divê ev model li her derê were pêşxistin. Heke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan li gorî mebesta xwe tevbigere, dikare li Tirkiyeyê faşîzmê têk bibe. Divê TŞYG hemû kêşeyan deyne aliyekî û têkoşîna li dijî faşîzmê bide pêş. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê ber bi têkçûnê ve diçe.
17:58
CEMÎL BAYIK: Divê gelê Kurd ji pêşveçûnên li Başûrê Kurdistanê encaman derxe. Ji bo Kurdan ne desthilatdarî; berevajî wê azadî û demokrasî hewce ye. Gelê Kurd divê li welatên herêmê têkiliyên baş bi gelên wê derê re deyne û têkoşîna azadî û demokrasiyê bi pêş bixe. Ji bo guherandina feraseta nîjadperest û faşîst a dewletên Tirk, Îran û Iraqê pêdivî bi têkoşîna hevpar a gelan heye.
17:50
CEMÎL BAYÎK: Êdî têkoşîna Rêber Apo dike encam digire. Ne tenê ji bo Kurdan, ev têkoşîn ji bo hemû gelan encam digire û derbasî dîrokê dibe. Tişta ji me tê xwestin, xwedî li Rêber Apo û xeta dayî avakirin xwedî derbikevin. Dema me ev kir wê encamên mezin bi xwe re bîne.
17:50
CEMÎL BAYÎK: Îro jinên Kurd li qadinin ji bo Rêber Apo çalakiyan lidar dixin. Jinên Kurd, têkoşîna azadiya Kurdistanê da naskirin. Silav û rêzdariyên xwe pêşkêşî jinên Kurd dikim.
17:45
CEMÎL BAYÎK: Li cîhanê gelek derdor û gelek şoreşger xwedî li raman û felsefeya Rêber Apo derdikeve, tevlî têkoşînên li Kurdistanê dibe û şehîd dibin. Ez van şoreşgeran silav dikim.
17:44
CEMÎL BAYÎK: Gelê me îro li her derê xwedî li Rêber Apo, siberoj û nirxên xwe derdikeve. Ez gelê meyê qehreman silav dikim, spasdariyên xwe pêşkêşî wan dikim. Bi taybet gelê me yên li Ewropa û Rojava her roj di nava çalakiyan û li qadanin.
17:41
CEMÎL BAYÎK: Dijminê gelê Kurd dewleta Tirk a faşîst îro li ser Rêbe Apo zextan dike. Erdogan li nava Tirkiye û derveyî Tirkiye bi her kesê re li hev dike, dixwaze derbê li têkoşîna azadiya Kurd bidin, ji bo vê ketine nava tevgerê.
17:40
CEMÎL BAYÎK: Têkoşîna Rêber Apo û gerîla ya ku ji bo gel bûye hêvî, dewletên serwer ditirsîne. Têkoşîna ku Rêber Apo ji bo gelan dike, ji bo xwe weke gef dibînin. Naxwazin tovê jiyanê yê Rêber Apo çandî şîn bibin. Ji bo wê êrîşî Rêbe Apo dikin, komplo kirin û şandin Îmraliyê. Enceq bi têkoşîna bi heybet a gelê me, komplo bê valaderxistin.
17:35
Hevserokê Konseya Rêveber a PKK’ê Cemîl Bayîk, ji bo meşê peyamen bi dîmen şand. Bayîk ê bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand, destnîşan kir ku têkoşîna azadiya Kurd ji bo gelan bûye hêvî.
17:33
Kurdistaniyên li dijî astengiyên polîsan bi biryardarî ji sekna xwe gav bi şûnde navêjin, dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” qîr dikin.
17:27
17:17
Li Dusseldorfê bendewariya girseya gel a êrîşa polîsan protesto dikir, dewam dike. Kurdistanî û dostên wan destnîşan kirin ku li dijî êrîşên polîsên Elman gav bi şûnde navêjin û wê li ber xwe bidin.
17:17
Li Dusseldorfê dema ku polîsên Elman êrîşî Kurd û dostên wan dike, derket holê ku Wezîrê Karên Derve yên Tirk-Elman li Antalyayê hevdîtinê dikin.
17:01
Kurdistaniyên ku li dijî êrîşên polîsan gav bi şûnde navêjin, posterên Ocalan û alên PKK, YPG û YPJ’ê bilind kirin.
Kurdistaniyên ku rê nayê dayîn bikevin qada mîtîngê, rêya ku polîsan girtibû vegerandin qada mîtîngê.
16:50
16:48
Axaftina Hatîp Dîcle a li qada mîtîngê bi dawî bû.
Bi hezaran kesên ku meşa wan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, bendewariya xwe ya li herêmê didomînin.
16:48
Hatîp Dicle: Em rê nadin posterê Ocalan bê anîna xwar. Ez bang li Wezîrê Karê Hundir dikim. Em gelekî aştîxwazin, em dixwazin bi rêbazên demokratîk dengên xwe bigihînin muxatabên xwe. Em vê yakê ya niha tê kirin qebûl nakin. Pêşiya gelê me vekin bila bikevin qada mîtîngê û dengê xwe bilind bikin. Em ti wateyê nadin vê mudaxeleya mîna Erdoganwarî, em ê vê ji bîr nekin, em dibêjin gelê Kurd neşkînin.
16:42
Hatîb Dicle, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan a ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û çalakiyan.
16:41
Hatîp Dîcle: Xwedîderketina li rêzdar Ocalan ji bo me rûmet e. Divê wezîrê karê derve baş bi vî tiştî zanibe. Em dikarin her tiştî nîqaş bikin lê em rûmeta xwe nadin nîqaşkirin. Dîroka me şahida vî tiştî ye.
16:41
Ez bang li wezîrê karê hundir ê Elmanyayê dikim, rêzdar Ocalan rêberê stratejîk ê gelê Kurd e. Li dijî tunekirina Kurdan, rêzdar Ocalan gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kir û ew kir gelekî destanî yê ku ji bo azadiya xwe têdikoşe
16:38
Çalakiya rûniştinê ya bi hezaan a li dijî êrîşa polîsan pêk anîbû dewam dike, bi hezaran kes jî gihiştin qada mîtîngê. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li qada mîtîngê xîtabî gel dike.
16:30
Kurdistanî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” bersiva êrîşên polîsên Elman dide….
16:16
Dehezaran kesên ku di seatên sibê de ji du baskan ve dest bi meşê kirî gihiştin hev.
Girseya gel a ku ji her du baskan ve gihiştin hev dirûşmeyên dilsoziyê ya bi Ocalan û PKK’ê re bi berdewamî qîr dikin.
16:13
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bang li hemû Kurdistanî û dostên wan yên li derdora Dusseldorfê dijîn kir ku tevlî çalakiyê bibin û êrîşên polîsên Elman şermezar bikin.
16:07
Bendewariya gel û gelek polîsên ku pêşiya meşê girtine dewam dike. Kurdistaniyên li dijî êrîşê li ber xwe didin, posterên Ocalan û alên PKK’ê hildane û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” qîr dikin.
16:04
Nûçegihanên me yên li Dusseldorfê çaliyê dişopîne, dîmenên dawî yên ji qadê kişandî….
16:02
Gelek Kurdistaniyên li Dusseldorf û derdorî wê dijîn, piştî êrîşê û şûnde ketin qadê û her ku diçe girseya gel a li herêmê zêde dibe.
16:01
Girseya gel ji bo êrîşên polîsan protesto bikin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
16:00
Kurdistanî û dostên wan ên li dijî êrîşa û şideta polîsan gav bi şûnde navêjin, berxwedana xwe ya bi posterên Ocalan û alên PKK’ê ya li qadê dewam dike.
15:59
Girseyê li Rêya Heîne Alleyê alaya mezin a PKK'ê û posterên Abdullah Ocalan hilda. Polîsan jî bi TOMA'yan êrîşî girseyê kir. Polîsan car caran gaz jî avêt girseyê û li vê derê dehan kes birîndar kir.
Girse bi slogana 'Bijî Serok Apo' berxwedana xwe didomîne.
15:50
Bi hezaran kesên ku êrîşên polîsan protesto kirin, vekirina wêneyê mezin ê ala PKK’ê bal kişand.
15:49
15:48
Bi hezaran kesên ku êrîşên polîsan protesto kirin, vekirina wêneyê mezin ê ala PKK’ê bal kişand.
https://youtu.be/qFWCQmyDTOo
Meşa ku li Dusseldorfê bi slogana “Em rê nadin faşîzmê! Azadî ji Abdullah Ocalan û ji hemû girtiyên siyasî re” dihat kirin rastî êrîşa polîsan hat. Polîsên Elmanyayê hewl didin posterê Ocalan jî asteng bikin.
Li dijî faşîzma AKP-MHP’û qedexekirina al û sembolên Kurd û saziyên demokratîk îro li Elmanyayê li bajarê Dusseldorfê bi beşdariya bi deh hezaran kesî meşek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de gel bi qasî 15 deqîqeyan meşiya û piştre polîsan bi barîkatan meşvan asteng kir. Polîsan anons kirin û gotin, “Posterên Ocalan deynin” lê çalakvana poster danenîn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Di çalakiyê de alozî didome û girse êrîşa polîsan bi slogana “Bijî Serok Apo” protesto dike.
Bi hezaran kesan alayeke PKK’ê ya mezin vekirin.