Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û biryara qedexekirina sembolên Kurd û saziyên demokratîk a Elmanyayê îro li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê bi beşdariya deh hezaran kesan li Ewrûpayê meşeke mezin tê lidarxistin.
Meş bi pêşengiya 43 saziyên Kurd, Tirk, Ermen û Asûr-Siryan û Elmanyayê bi slogana “Em rê nadin faşîzmê! Azadi ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên polîtîk” pêk tê. Ji xeynî faşîzma AKP’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkutiya li ser girtiyên siyasî jî tê protestokirin.
Girseya qerebalix a gel ku ji gelek navendên Ewropa li hev civiyan bi du beşên cuda, sor û kesk dimeşin.
KURDAN GUH NEDA QEDEXEYÊ
Beriya ku meş dest pê bike polîsê Elman, posterên Abdullah Ocalan, al û sembolên YPG, YPJ û gelek rêxistinên Kurdan qedexekiribû. Lê belê girseya gel guh neda qedexeyê bi posterên Ocalan û alên PKK, YPG û YPJ’ê dest bi meşê kirin.
Meş didome....