Di dema êrîşa Dusseldorfê de wezîrên Elman û Tirk hatin ba hev
Li Dusseldorfê dema ku polîsên Elman êrîşî Kurd û dostên wan dikir, derket holê ku wezîrên karê derve yê Elmanya û Tirkiyeyê li Antalyayê di hevdîtinê de bûn.
Li Dusseldorfê dema ku polîsên Elman êrîşî Kurd û dostên wan dikir, derket holê ku wezîrên karê derve yê Elmanya û Tirkiyeyê li Antalyayê di hevdîtinê de bûn.
Li Elmanyayê li bajarê Dusseldorfê polîsên Elmanyayê êrîşî meşa ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Polîsên Elmanyayê diyar kirin ku hildana alayên PKK, YPG û YPJ’ê qedexe ye û bi gaza îsotê û TOMA’yan êrîş kir.
Girseyê di dema êrîşan de posterên Ocalan û YPG/YPJ’ê hilda û diyar kir ku ew ê vê qedexekirinê qebûl nekin.
DI DEMA ÊRÎŞÊ DE LI BA HEV BÛN
Derket holê ku dema li Elmanyayê êrîş dihate kirin Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Gabrîel û yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû li Antalyayê bi hev re civiyane.
Berê agahî nehatibû dayîn ku wê hevdîtin were kirin. Lê piştî ku derket holê Gabrîel li Tirkiyeyê ye, Çavûşoglû li ser hesabê xwe yê twîtterê eşkere kir.
JI GABRÎEL RE GOTIBÛ KU ‘NE DI ASTA MIN DE YE’
Gabrîel di dema Tîrmehê de diyar kiribû ku di têkiliya wan û Tirkiyeyê de ew hatine dawiya sebra xwe û divê Berlîn polîtîkayên xwe yên Tirkiyeyê ji ber çavan derbas bike. Erdogan jî ji Gabrîel re gotibû ku, “Ew ne di asta min de ye.”
Hatibû îdîakirin ku parêzvanê mafên mirovan Peter Steûdner ê ku di operasyona Buyukadayê de hatibû girtin, bi bazariyeke nepen a di navbera Serokwezîrê Elmanyayê Gerhard Schroder û Erdogan hatibû tehliyekirin.