Polîsên Çekê: Me bi daxwaza Enqereyê Muslim binçav kir
Polîsên Çekê li ser binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim daxuyaniye da. Di daxuyaniyê de hat gotin, binçavkirin bi daxwaza Enqereyê hatiye kirin.
Polîsên Çekê li ser binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim daxuyaniye da. Di daxuyaniyê de hat gotin, binçavkirin bi daxwaza Enqereyê hatiye kirin.
Li ser binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim polîsên Çekê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku binçavkirina Muslim bi daxwaza Enqereyê hatiye kirin û li ser mijarê agahî ji Enqereyê re hatiye dayin.
Polîsên Çekê diyar kir ku wê Salih Muslim derxînin pêşberî dozgeriyê.
Li gorî qanûnên Çekê, divê Muslim di nava 48 saetan de derkeve pêşberî dadgehê.