Polîsê Tirk vê carê ciwanê diçû mala xwe qetil kir

Polîsê Tirk vê carê li Bazîdê, ciwanê bi navê Erhan Tanrikûlû yê diçû mala xwe qetil kir.

Li navçeya Agirî Bazîdê ciwanê bi navê Erhan Tanrikûlû (28), duh bi şev saet di 23:30 de dema bi wesayîtê diçû mala xwe li ber mala xwe ya li kêleka Qereqola Polîsan a Ûlûyol a li Taxa Ehmedê Xanî ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat sekinandin.

Tanrikûlû nerazîbûn nîşanî polîsan da û got, "Ez diçim mala xwe, hûn çima min disekinînin?" Piştî nîqaşê Tanrikûlû careke din li wesayîta xwe siwar bû û dema bi rê diket, polîsan gule li wesayîta wî reşandin û Tanrikûlû qetil kirin.

Cenazeyê Tanrikûlû rakirin Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê. Malbat wê cenaze werbigire û li Bazîdê veşêre.