Polîsê Swîsreyê: Siyasetmedarên Kurd di hedefa MÎT'ê de ne
Rayedarekî polîsên Swîsreyê, ku nexwest navê xwe eşkere bike got, MÎT li Swîsreyê bi rêya mizgeft û konsolosxaneyan dixebite û di hedefa wan de jî dîaspora Kurdan heye.
Rayedarekî polîsên Swîsreyê, ku nexwest navê xwe eşkere bike got, MÎT li Swîsreyê bi rêya mizgeft û konsolosxaneyan dixebite û di hedefa wan de jî dîaspora Kurdan heye.
Karê çeteyên MÎT'ê, ku li dijî dîaspora Kurd a li Ewropayê li gelek welatên Ewropayê tê kirin, dewam dike. Tevî ku cihê rêxistinbûna van çeteyan eşkere ye, Ewropa helwesteke zelal li hemberî vê nîşan nade. Ev jî dibe sedem ku pirsa "Gelo ewlekariya jiyana Kurdan dibe qurbanê têkiliyên dîplomatîk?" bikeve hişê mirovan.
Em bi rayedarekî rêxistina polîsên Swîsreyê re li ser karê MÎT'ê yê li Swîsreyê û mizgeftên ser bi Weqfa Diyanetê ya Tirk a li Swîsreyê (ÎTDV) re axivîn.
Rayedarê polîsên Swîsreyê, bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku MÎT mîna li Elmanyayê li Swîsreyê jî dixebite. Rayedarê polîs anî ziman, ku MÎT bi rêya konsolosxaneyên Tirk ên li Swîsreyê û mizgeftên ser bi Weqfa Diyanetê ya Tirk a li Swîsreyê kar dike. Rayedar da zanîn, ku polîsên Swîsreyê, karê MÎT'ê yê li Swîsreyê ji nêz ve dişopînin û got, "Kesên ku em texmîn dikin ji bo MÎT'ê dixebitin, bi rêya hin saziyên qanûnî (konsolosxane) tînin Swîsreyê. Lewma em nikarin yekser dest li wan werdin. Ji bo destwerdanê jî pêwîstî bi delîlên zelal heye."
'DIVÊ SERÎ LI ME BIDIN'
Rayedar diyar kir, çalakiyên Kurdan ên li Swîsreyê ji aliyê kesên ku ji dewleta Tirk ve dixebitin ve tên şopandin û wiha dewam kir: "Siyasetmedarên Kurd ên ku pê hesiyan ku gef lê tê xwarin, ya jî ji aliyê hinekan ve tê şopandin, bila yekser serî li me bidin. Dema ku gilî neyê kirin û serî li me neyê dayin, em nikarin bikevin nava liv û tevgerê."
'SIYASETMEDARÊN KURD DI HEDEFÊ DE NE'
Rayedar destnîşan kir, ku di serî de siyasetmedarên Kurd ên weke Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar, dîaspora Kurd di hedefê de ne û diyar kir, ewlekariya kesên weke Kartal û Aydar girîng e.
KESÊN KU DIHATE TEXMÎNKIRIN JI MÎT'Ê RE DIXEBITÎN, HATIN VEGERANDIN
Rayedarê polîsên Swîsreyê ragihand, ku polîsên Swîsreyê hin kesên ku texmîn û tespît kiribûn ji dewleta Tirk û MÎT'ê re dixebitin, vegerandin Tirkiyeyê. Rayedar ragihand, xebatên ÛETD ku rêxistinbûna AKP'ê ya li Swîsreyê ye, ji nêz ve tê şopandin.
'DIKIN QURBANÊ TÊKILIYÊN DÎPLOMATÎK'
Rayedarê polîsan anî ziman, baş tê zanîn ku mizgeftên ser bi Weqfa Diyanetê ya Tirk a li Swîsreyê û meleyên li van mizgeftan wezîfedar in, ji bo dewleta Tirk karê sîxuriyê dikin û got, "Em baş pê zanin ku li van mizgeftan karekî çawa tê kirin. Raporên polîsan ên li ser van cihên navborî pêşkêşî hikumetê tên kirin. Têkildarî biryarên li ser karê van mizgeftan bê dayin, mekanîzma erkdar em nînin. Tevî raporên me jî, di vî warî de hê tiştek nehatiye kirin. Mîna ku ev mijar jî dibe qurbanê têkiliyên dîplomatîk."
'CIWANÊN KURD DIBIN HEDEF'
Rayedar diyar kir, ku li gel mizgeftên ÎTDV li gelek mizgeftên din ên li Swîsreyê, propaganda rêxistinên cîhadperest ên tund tê kirin û destnîşan kir, ku di hedefa gelek mizgeftan de ciwanên Kurd hene. Rayedar got, "Bi zanebûn li ser ciwanên Kurd disekinin. Dixwazin ciwanên Kurd bi rêxistin bikin û li dijî Kurdan bi kar bînin."