Polîsê Sarisuluk qetilkir hate terfî kirin!
Polîsê Sarisuluk qetilkir hate terfî kirin!
Polîsê Sarisuluk qetilkir hate terfî kirin!
Polîsê ku di meha Hezîranê de li Enqereyê di dema xwepêşandanan de Ethem Sarisuluk qetilkir, hate ragihandin ku, ji bo Midûrtiya Şaxa Parastinê ya Rihayê hate terfî kirin.
Memûrê polîs Ehmed Şahbat di dema piştgiriya çalakiyên Parka Gezî ya Taksîmê li Kizilaya Enqereyê bi guleya 9mm Ethem Sarisuluk qetilkir. Sarisulukê 14 rojan di beşa çavdêriyê de ma û 14 hezîranê jiyana xwe ji dest da.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di derbarê polîs Ehmed Şahbaz ê Sarisuluk qetilkir, “Ji ber sinorê parastina rewa derbazkiriye, ji sûcê kuştinê” doz lê hate vekirin. Biryar hate girtin ku, rûniştina yekem ya dozê 23’ê Îlonê li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê pêkbê.
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, dadgehê piştre ji bo bersûc polîs Ehmed Şahbaz di rûniştinê de amade be, 5’ê Îlona 2013’an ji Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê re ferman nivîsand. Di fermanê de hate gotin ku, “Ji ber wesfa sûc neçare di rûniştinê de amade be, eger neamade be ew dê derbarê wî de biryara girtinê bidin.”
10’ê Îlona 2013’an bersiv ji fermanê re hate dayîn û hate diyarkirin ku Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê gotiye “Di encama lêkolîna li ser wî şexsî de, ji ber peywirek demî hatiye tesbît kirin ku li Rihayê Midûriyeta Şaxa Parastinê de erkdare.”
‘DÊ KÊ EMANETÊ POLÎSÊ QATIL BIKIN?’
Ji parêzerên malbata Sarisuluk Eylem Hakverdî ji rojnameyê re axivî û berteka xwe wiha anî ziman:
“Polîsê bigûman ku piştî qetilkirinê kirin, li Midûriyeta Şaxa Parastinê ya Rihayê hate peywirdarkirin li gor me pir bi wateye. Ji xwe me hemûyan dizanî ku piştî qetlê dê biparêzin. Lê belê me ew qas texmîn nedikir ku, teşkîlata emniyetê ew qas baweriyê bi polîsê gûmanbar tîne. Ew qas bawerî bi polîsê gûmanbar tînin ku, heta parastina hinek kesan bike. Eger welatiyek ê li Rihayê daxwaza parastinê bike, dibe ku polîsê qatil rast were. Kê emanetî kî dikin.?”