Polîsê Sarisuluk qetil kir wê bê darizandin
Polîsê Sarisuluk qetil kir wê bê darizandin
Polîsê Sarisuluk qetil kir wê bê darizandin
Îtîraza îadekirina îddîanameya ji aliyê dozgeriyê ve ya derbarê polîsê ku Ethem Sarisuluk qetil kiribû de hatibû amadekirin hat qebûlkirin.
Dadgeha 6’emîn a Cezayê Giran a Enqereyê, biryar girtibû ku îddîanameya derbarê polîsê Ethem Sarisuluk qetil kiribû de hatibû amadekirin îadeyî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bike. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî îtîraz kir. Dadgeha 7’emîn a Cezayê Giran a Enqereyê îtîraza serdozgeriyê di cih de dît û hat ragihandin ku di rojên pêşiya me wê polîs Ahmet Şahbaz were darizandin.