Polîsê ku êşkence kir, beraat kir!

Polîsê bi navê Mûstafa Altûngok beraat kir ê ku li Amîrtiya Navenda Polîsan a Kasimpaşayê kesê bi navê Tûran Yilmaz derb kiribû û bûbû sedema ku xwîn biçe ser mejiyê Yilmaz.

Şîdeta polîsan dîsa jî bêyî ceza ma. Polîsê bi navê Mûstafa Altûngok ê ku êşkence li kesê bi navê Tûran Yilmaz kiribû û bûbû sedem ku xwîn biçe ser mejiyê Yilmaz, di doza li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 50’emîn a Stenbolê de beraat kir. Tûran Yilmaz di 13’ê Tîrmeha 2014’an de li rawestgeha Şîşhaneyê hatibû derbkirin û ji bo gilîkirina vê bûyerê dema çûbû Amîrtiya Navenda Polîsan a Kasimpaşayê bi derewkariyê hatibû sûcdarkirin û derbkirin. Piştî bûyerê bi rojekê Yilmaz ji ber verşiyê çû Nexweşxaneya Lêkolînê ya Şîşlî Etfalê û derket holê ku xwîn çûye ser mejiyê Yilmaz. Yilmaz piştî ku çend rojan di beşa lezgîn de hate tedawîkirin û piştî ku ji nexweşxaneyê derket, polîsên ku ew derb kiribûn, li dadgehê gilî kir.

RAPORA TIPA EDLÎ JÎ QEBÛL NEKIRIN!

Yilmaz li ser wêneyan diyar kir ku polîsê bi navê Mûstafa Altingok ew derb kiriye û rapora xwe ya Tipa Edlî jî pêşkêşî dadgehê kir lê di vê dozê de ceza li polîs nehate birrîn.

‘EWLEHIYA MIN TUNE’

Tûran Yilmaz ê ku piştî xwînîbûna mejî nikare bixebite, diyar kir ku li Navenda Polîsan polîs Mûstafa Altûngok cihekî ku kamera nabîne gelek caran serê wî li dîwar xistiye û got, “Heke ez wê rojê bimirima wê çi bûbûya? Gelo wê dîsa ew polîs beraat bikira? Nexwe edalet ji bo çi heye?” Yilmaz diyar kir ku polîs gelek caran ew tehdîd kiriye û xwestiye ku ew giliya xwe li dadgehê bi paş ve bikişîne û got, “Heke ji bo tolhildanê were min bibîne, wê kî wî asteng bike? Wê kî min ji wî biparêze?”

Tûran Yilmaz diyar kir ku ew ê vê biryara beraatê bibe dadgeheke jortir û heta ku ev polîs were cezakirin ew ê dev ji vê bûyerê bernede.