Polîsê Berlînê qedexeya li ser ala YPG'ê bi fermî rakir
Têkoşîna Kurdan û dostên wan ên li Elmanyayê ya li dijî qedexeya li ser alên YPG/YPJ'ê gihîşt encamekê. Polîsê Berlînê ragihand ku ala YPG'ê di xwepêşandanan de dikare bê vekirin.
Têkoşîna Kurdan û dostên wan ên li Elmanyayê ya li dijî qedexeya li ser alên YPG/YPJ'ê gihîşt encamekê. Polîsê Berlînê ragihand ku ala YPG'ê di xwepêşandanan de dikare bê vekirin.
Meha Hezîranê ya par, li paytexta Elmanya Berlînê xwepêşandanek hatibû lidarxistin û biryara Wezareta Karên Hundir a li ser qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ'ê hatibû şermezarkirin. Ev xwepêşandan bi sernavê "Têkoşîna li dijî krîmînalîzekirina PYD, YPG û YPJ'ê" hatibû lidarxistin, lê belê polîsan bi tundî dest li xwepêşandanê werdabûn.
Polîsên ku bi bahaneya hildana alên YPG û YPJ'ê êrîş kirin, 3 kes birîndar kiribûn. Kurdistaniyekî çend roj berê serî li Dadgeha Sûlhê ya Berlînê da û xwest sedema qedexekirina alên navborî hîn bibe. Li gorî nûçeya rojnameya "Tagesspiegel" rayedarekî polîsan di dozê de agahî da û diyar kir ku alên PYD, YPG û YPJ'ê êdî ne qedexe ne.
Tê payin ku piştî vê daxuyaniyê, polîsên Berlînê êdî xwe li alên YPG/YPJ'ê rabigire. Parêzerê dozê Peer Stolle got, "Em girîng dibînin ku polîsê Berlînê ji şaşitiya xwe vegeriya ye."
Bi hinceta ku ala YPG'e di malpera xwe ya Facebookê de parve kiriye, li Kurdistaniyekî doz hatibû vekirin. Dadgeha Sûlhê ya Aachenê di vê dozê de biryar dabû ku polîs neheq e û destnîşan kiribû ku nabe parvekirina ala YPG'ê weke sûc bê dîtin.
Mîna Dadgeha Sûlhê ya Aachenê gelek dadgehên herêmî yên Elmanyayê biryarên bi heman rengî dan. Lê belê li Eyaleta Bayernê, yekîneyên polîsan hê jî nikarin xwe li ala YPG'ê rabigirin. Bi hinceta ala YPG'ê polîsên Bayernê hê jî diavêjin ser malên aktîvîstan.
Wezareta Karên Hundir 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji eyaletan re şandibû û xwestibû ku al û flamayên sazî û partiyên Kurdan ku PYD, YPG û YPJ jî di nav de ne, bên qedexekirin. Wezaretê ev fermanname weke "nûkirin"a qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bi nav kiribû.