Polîsan li Wanê êrîş birin ser girseya tevlî cenazeyê Caner bû

Polîsan li Wanê êrîş birin ser girseya tevlî cenazeyê Caner bû

Hamît Caner ê di protestoyên ji bo Kobanê ya li Wanê pêk hat de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Selîm Bey hate definkirin. Leşker û polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî dehezaran kesî kir. Pevçûnên li ser êrîşî destpê kirin didome.

Hamît Caner ê ku duh di bûyerên protestoya êrîşên Kobanê de di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da li Goristana Selîm Bey hate definkirin. Piştî definkirinê polîsan êrîşî girseyê kir û pevçûnan destpê kir.