Polîsan li Kocaelî êrîşî çalakiya ji bo Kobanê kirin

Polîsan li Kocaelî êrîşî çalakiya ji bo Kobanê kirin

Li Kocaelî di navbera polîsên êrîş kirin û girseyê de pevçûnan rû da, hat ragihandin ku kesênb inçavkirî jî hene.

Li Kocaelî bi pêşengiya HDP’ê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakiyek hat lidarxistin. Bi sedan kesên li ber Mizgefta Gebze Mustafa Paşa hatin gel hev çeteyên DAIŞ û hikûmeta AKP’ê şermezar kirin. Hevserokê Dîlovasi yê HDP’ê Engîn Guresel ê di çalakiyê de daxuyaniyeke kurt da got, “Eger Kobanê bikeve wê li Stenbolê, Kocaelî û Dîlovasi kesek rehet nejî.”

Piştî daxuyaniyê rêya girseyê hat qutkirin. Polîsan êrîşî girseya ku xwest rêya E5 li trafîkê Piştî êrîşê di navbera bigire kir. Piştî êrîşê di navbera girseya ku li kolanan belav bû û polîsan de şer û pevçûnan rû da. Hat ragihandin ku hin kes hatine binçavkirin.