Polîsan li Gaziyê êrîşî meşa ji bo Guler hat lidarxistin kirin

Li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê ji bo Fermandarê Biryargeha Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî (BOG)’ê Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) meşek hat lidarxistin. Polîsan êrîşî meşê kirin.

Li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê ji bo Fermandarê Biryargeha Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî (BOG)’ê Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) meşek hat lidarxistin. Polîsan êrîşî meşê kirin.

Gelek kesên li qereqola kevin kom bûn, bi pankarta li ser wêneyên Azîz Guler û nivîsa, “Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) nemire” meşiyan. Polîsan li dortyolê bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin.

Piştî êrîşa polîsan pevçûn derket. Aloziya li taxê didome.