Polîsan li Edeneyê zarokê 5 salî qetil kirin

Li Edeneyê, di dema meşa ji bo şermezarkirina komkujiya Enqereyê de, polîsan gule li derdorê reşandin. Yek ji van guleyên polîsan li serê Tevrîz Dora yê 5 salî yê di hembêza dayika xwe de bû ket. Dora jiyana xwe ji dest da.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê, li taxên Dagligolû, Hurriyet, Denîzlî û Ova yên navçeya Seyhan û li taxên Kîremîthane û Anadolû yên navçeya Yuregîrê, bi qîrîna dirûşmên "Kujer Dewlet", "Kujer Erdogan" û "Şehîd Namirin" meş hatin lidarxistin.

Polîsan li taxên Denîzlî û Hurriyetê, bi bombeyên gazê û deng û bi ava şid êrîşî çalakgeran kirin. Li taxa Denîzlî, gel bi xweparastinê li hemberî êrîşa polîsan li ber xwe da. Lê belê polîsan li vê derê bi çekê êrîşî gel kirin.

Polîsên Tirk gule li derdorê reşandin û malbata Dora ya di vê kêliyê de dixwest bikeve hundirê xanî, rastî guleyan. Guleya polîsan li serê zarokê bi navê Tevrîz Dora yê 5 salî, ku di hembêza dayika xwe de bû ket û bi giranî birîndar bû.

Dora rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçî ya Çûkûrova, lê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin. Cenazeyê Tevrîz Dora yê 5 salî, ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.