Polîsan li Denîzliyê êrîşî meşa 8’ê Adarê kir
Polîsan li Denîzliyê êrîşî meşa 8’ê Adarê kir
Polîsan li Denîzliyê êrîşî meşa 8’ê Adarê kir
Li Denîzliyê polîsên AKP’ê êrîşî meşa 8’ê Adarê kirin, 4 jin hatin binçavkirin.
Meşa 8’ê Adarê ku rêxistinên jinan ku di nav de jinên KESK’ê û Platforma Piştevaniya Jinan jî di nav de heyî xwestin meşekê pêkbînin, polîsan destûr neda û êrîşî jinan kir.
Jinên ku li Candoganê hatin gel hev, bi sloganan ber bi Bayramyeriyê ve meşiyan. Polîsên ku li pêşiya jinan bend danîbûn, destûr neda meşê. Piştî ku jin ber bi bendê veçûn, polîsan bi jop û mertalan êrîşî jinan kir.
Di êrîşê de 4 jin hatin binçavkirin, jinên ku rastî êrişê jî hatin diyarkirin ku, ji aliyê polîsan ve hatine tacîz kirin.
Jin hêjan li Bayramyeriyê ne.