Polîsan ewilî birîndar kirin, dûre kirin binçavan
Polîsên li Êlihê êrîşî gel kirin, 2 kes birîndar kirin û ew kirin binçavan.
Polîsên li Êlihê êrîşî gel kirin, 2 kes birîndar kirin û ew kirin binçavan.
Li Êlihê, polîsên Tirk êrîşî girseya gel a bi wesîleya salvegera serhildaan Kobanê çalakî lidar xist, kirin.
Di encama êrîşa polîsan de 1 jê zarok 6 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.
Zarokê birîndar E.A. ji nexweşxaneyê hat wergirtin û ew birin Şaxê Zarokan ê Emniyetê. Her wiha ciwaneê bi navê Îzzetîn Kavak jî hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê.
GULE LI BEDENA WAN KIRIN
Tedawiya Hamza Yildirim, Recaî Kavak, Firat Nedîoglû û Ramazan Çakmak ê giran birîndar bû, dewam dike. Hat ragihandin ku gule li bedena birîndaran ketine.
Li gorî agahiyan, di dema rakirina nexweşxaneyê de jî polîsan îşkence li birîndaran kirine.