Polîsan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî kirin
Polîsan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî kirin
Polîsan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî kirin
Polîsan êrîşî bir ser meşa xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê hat lidarxistin. 8 xwendekar hatin derbkirin û binçavkirin.
Meşa xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ dihat lidarxistin, rastî êrîşa polîsan hat.
Xwendekarên li Kampûsa Bakur hatin gel hev, bi dirûşmayan ber bi Etîler ketin rê. Polîsan li ber Ak Merkez pêşiya xwendekaran qut kir. Di meşa ku polîsan bi bombeyên gazê mudaxele kir 8 xwendekar hatin derbkirin û binçavkirin.