Polîsan êrîşî protestoya ‘Kizilay-Ensarê’ kir

Ji ber ku Kizilayê pere şandibû ji Weqfa Ensarê kedkaran xwestin vî tiştî protesto bikin. Polîsan êrîşî kedkaran kir.

Nûnertiya Herêma Enqereyê ya DÎSK’ê, Platforma Şaxên KESK’ê yên li Enqereyê, Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê, Odeya Tabîban a Enqereyê û Odeya Muşawirên Malî yên Enqereyê xwestin pereşandina Kizilayê a ji Weqfa Ensarê re protesto bikin.

Kedkaran diyar kirin ku bac û fatoreyên ku ew didin ji weqfên paşverû re tên şandin.

Polîsan êrîşî kedkaran kir û 4 kes destgîr kirin. Kedkaran piştre xwestin li pêşiya Şaxa Nimreya 2’emîn a Enqereyê ya Egîtîm-Senê  daxuyaniyê bidin. Lê polîsan dîsa êrîşî komê kir û kedkar destgîr kirin.