Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kirin

Polîsan destûr nedan ku Dayikên Şemiyê di heftiya 700'î de çalakiya xwe pêk bînin û êrîş kirin. Gelek kes hatin destgîrkirin.

Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di heftîya 700'î de li Qada Galatasarayê kom bûn, polîsan êrîşî dayikan kir.

Xizmên windayan ji bo amadekariya heftîya 700'î de li Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê kom bûn. Mirovên Şemiyê qurnefilên Sor xistin destê xwe û tîşortonên li ser "Dayikên Şemiyê" nivîsandine li xwe kirin.

Girseya ku li ÎHD'ê kom bûn piştî karbeşiyê bi pankart, dowîz û wêneyan meşiyan Qada Galatasarayê. Lê polîsên ku li pêş komê bend ava kirin û dora qadê girtin, destûr nedan ku Mirovên Aştiyê têkevin qadê.

Navenda Çanda Yapi Krêdî ya li Qadê jî ji aliyê polîsan ve hat girtin. Nehiştin ku wêneyan bigrin. Destûr nedan ku rojnameger wêneyan bikişînin. Piştre polîsan destûr nedan ku kes têkevin qadê.

Polîsan diyar kirin ku Wezareta Karên hundir çalakî qedexe kiriye û dê destûr nedin. Lê koma ku di nav de mirovên şemiyê û îhd'ê hene dema ku xwestin têkevin qadê polîsan mudahele kir. Polîsan di mudaxaleyê de gelek kes hatin destgîrkirin.