Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kir: Gelek kes hatin destgîrkirin

Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kir. Kesên hatin destgîrkirin destê wan ji pişt ve hatin kelepçekirin.

5’emîn rûniştina doza derbarê 46 kesên ku xizmên windayan jî di nav de ku dema berteka polîsan a li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn de hatibûn derbkirin, bi îdiaya “Civîn û xwepêşandanên bê destûr” li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê hate kirin.

Dayikên Şemiyê beriya rûniştinê xwest bi nûnerên rêxîstina mafan, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber edliyeyê daxuyanî bidin.

Lê polîsan qedexeya rojekê ya Qeymeqamiya Kagithanê weke hincet da pêş û rê li ber daxuyaniyê girt.

Li se vê yekê girse daxuyanî neda û xwest heta saeta rûniştinê li ber edliyeyê bisekine. Polîsan dora girseya li ber edliyeyê dorpêç kir û gelek kes bi êşkenceyê destgîr kirin.

Ji parêzerên dozê Efkan Bolaç û Merîç Eyupoglû, ji kesên Şemiyê Faruk Eren, ji Dayîkên Şemiyê Newroz Tosun, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, rêvebera Şaxa ÎHD'ê Leman Yûrtsever, endamê Meclîsa Partiya Çep Alper Taş, Mûrat Akbaş, Ûgûr Tûncer, Umît Sezer, Yalçin Kose û Bûrcû Bîngollu ji di nav de 14 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin destê wan ji pişt ve hate kelepçekirin.