Polîsan êrîşî çalakiya ji bo Kobanê ya li Sarigazî kirin
Polîsan êrîşî çalakiya ji bo Kobanê ya li Sarigazî kirin
Polîsan êrîşî çalakiya ji bo Kobanê ya li Sarigazî kirin
Polîsan êrîş bir ser çalakiya li Stenbol-Sarigazî ya Piştevaniyê Kobanê ku her roj tê lidarxistin.
Girseya li Dibistanan Seretayî ya Vatan kom bûn xwestin bi dirûşmayan heya Qeymeqamtiyê bimeşin. Beriya bigihêjin Qeymeqamtiyê pêşiya korteje ji aliyê polîsan ve hat girtin. Polîsan bi ava şid êrîşî girseyê kir. Girseya piştî êrîşê li ber Avahiya Navçeyê ya HDP’ê civiya, wê ber bi Caddeya Demokrasî ve meşekê li dar bixin.
Li gorî agahiyên herêmî, çend rojên dawî ne li taxê dorpêça polîsan heye. Polîsên bi wesayîtên di nava taxê de digerin, hewl didin zextê li gel bikin, ciwanên di rê de derbas dibin dixin wesayîtên zirxî û mîna di bin çavan de ne nêzî wan dibin.