Polîsan êrîşî çalakiya DÎSK'ê kir

Polîsan êrîşî çalakiya DÎSK'ê kir

Polîsan bi tundî êrîşî sedan welatiyên bi armanca şermezarkirina êrîşa polîsan a li hember kesên li Parqa Gezî ya Taksîmê nobet digirtin kir li Qada Taksîmê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di êrîşê de gelek welatî birîndar bûn û jina bombeya gazê li çavê wî ket krîz derbaz kir.

Polîsa bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî kesên bi armanca şermezarkirina mudaxeleya polîsan li Qada Taksîmê çalakiya rûniştinê li dar dixistin kir. Di dema DÎSK'ê daxuyanî dida çapemeniyê êrîş pêk hat gelek welatî birîndar bûn. Jina kapsula bombeya gazê li çavê wê ket krîz derbas kir.