Polîsan êrîşî birin ser Kurdên xwestin bi wezîr re rûnin
Polîsan êrîşî birin ser Kurdên xwestin bi wezîr re rûnin
Polîsan êrîşî birin ser Kurdên xwestin bi wezîr re rûnin
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê ku duh danê êvarî zêde bûn, bi hezaran kesên li paytexta Elmanya Berlînê kom bûn xwestin bi Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steinmeier re hevdîtinê pêk bînin. Çalakvanan xwestin Elmanya û YE bilez mudaxeleyî Kobanê bike.
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê ku duh danê êvarî zêde bûn Kurdên li paytexta Elmanya Berlînê dijîn li qada Brandenburg Tor a li nêzî Meclîsa Federal kom bûn.
Çalakvanên ku bi armanca Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steinmeier re hevdîtinê pêk bînin xwestin ber bi avahiya Wezareta Karên Derve ve bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Çalakvan li ser yekê ber bi qada Alexenderplatz a navenda bajêr meşiyan. Çalakvanan bêdengiya hikûmeta Merkel a li hember Kobanê şermezar kirin.
Çalakvanên saet nêzî 02.00'an gihiştin qada Alexenderplatz, li wir ku ji bo Kobanê banga hestariyê kirin û şûnde belav bûn.
Îro saet 10.00’an jî wê Kurdistanî vê carê li berMeclîsa Federal ji bo Kobanê xwepêşandaneke girseyî pêk bînin.