Polîsan êrîşî bibîranîna 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê kirin

Kesên ku di qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, tên bibîranîn. Polîsan bi gaza îsotê êrîşî malbatan kir.

Du sal berê DAIŞ’ê bi bombeyan êrîşî mîtînga aştiyê kiribû û li vê derê 102 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bûbûn.

Ji bo bibîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, malbatan xwestin li pêşiya Gara Tirênê ya Enqereyê kom bibin. Polîsan li vê derê êrîşî malbatan kir.

Hemû rêyên diçe garê di destê sibehê de hate girtin û li rêya Sihhiyeyê komeke ji 100 kesan pêk dihat xwestin biçin qada ku wê bîranîn lê were lidarxistin. Polîsan tenê destûr dan malbat, parlementer û nûnerên saziyên civakî. Dema ku komê xwest bi hev re têkevin qadê, polîsan bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir.

Hat diyarkirin ku hin kes hatine binçavkirin.