Polîsan êrîşî bîranîna Soma yê kirin

Polîsan êrîşî bîranîna 6’emîn salvegera qetlîama Somayê ya di xwestin li ber Madenci Anit ê bê lidarxistin, kirin û gelek kes destgîr kirin.

Li ber Madencî Anit a li kolana Olgunlar ya navçeya Çankaya ya navenda Enqerê, ji ber 6’emîn salvegera qetlîama Soma yê xwestin ku çalakiya bîranînê lidar bixin. Gelek ji Çêkera Karkerên Yekbûyî yên Enqerê, Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Malên Gel, Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Karker, Rojnameger, Kaldiraç, Karala, Partîzan û hejmarek zêde ji komên rêxistinan tevlî bîranînê bûn.

Piştî hatina gel hev ya girseyê polîsên ku Madencî Anit xistîn dorpêçê, bi hînceta “Destûra Walî” nîne, destûr nedan bîranînê. Bi dehan kesên ku li kolana Olgunlar hatin gel hev, pankarta bi nivîsa “Kerba me koka hêrsa me ye”vekirin. Girseya ku dest bi çuyîna Madencî Anitê kirî, polîsan jî bê hîşyarî bidin mudaxele kirin.

Polîsan bi dehan kes bi erdê ve kaş kirin û destgîr kirin. Kesên ku hatîn destgîrkirin bi durişmeyên, “Em ê hesabê qetlîama Somayê bi pirsîn”, “Somayê ji bîr neke nede ji bîr kirin”, “Wê hesabê Somayê were pirsîn” bertek nîşan dan.

Navên hinek kesên di dema mudaxeleya polîsan de hatîn destgîrkirin wiha ne: Zeynep Tan, Şamîl Parlak, Abdulmelîk Yalçin, Zarîfe Çamalan, Fulya Demîr û Sîbel, Roza û Nursela ku paşnavên wan ne hatîn zanîn.

Li aliyê din jî 4 endamên Kaldiraç yên di hatin çalakiyê, ji aliyê polîsan ve li ser Rêya Yuksel a Kolana Konur hatin destgîrkirin.