Polîsan êrîş bire ser nobeda ji bo parêzeran

Polîsan êrîş bire ser nobeda li pêşiya Nexweşxaneya Bakirkoy a Saîd Konûk a ji bo parêzeran hatibû destpêkirin.  Xalê Ebrû Tîmtîk Yildirim Denîz jî di nav de gelek kes bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Polîsan êrîş bire ser nobeda li pêşiya Nexweşxaneya Bakirkoy a Saîd Konûk a Ebrû lê tê ragirtin ku ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo edaletê di rojiya mirinê de ne kirin. Polîsan nivîsa li ser tîşortê ‘Bila parêzerên Gel Ebrû û Aytaç bên berdan’ a endamên TAYED li xwe kiribûn kirin hincete û bi lêdanê gelek kes destgîrkirin.

Di nava yên hatine destgîrkirî de xalê parêzer Ebrû Tîmtîk Yildirim Denîz û endamê TAYAD Ferîdûn Osmanoglû ê 70’ê salî jî heye. Polîsên ku êrîş birin ser xebatkarên çapemeniyê ku bûyer dişopandin kirin, nobed belav kir.