Polîsan êrîş bire ser bîranînên Pirsûsê

Rê nehate dayî ku çalakiya ji bo salvegera 4’an a Qetlîama Pirsûsê ku li Stenbol û Enqerê bê lidarxistin. Polîsan êrîş bire ser meşa girseyî ya ku dihate xwestin li Kadikoyê bê kirin, li parlementerên HDP’ê dan.

Polîsan êrîş bire ser meşa girseyî ya ji bo salvegera 4’an a Qetlîama Pirsûsê ku dihate xwestin li Kadikoy a Stenbolê bê lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê ya ku her mehê Malbatên Pirsûsî bi daxwaza edaletê li Parka Halîtaga dikin û şûnde, bi tevlîbûna parlementerên HDP’ê û CHP’ê girseya ku xwestin biçin pêşiya Operaya Kadikoy a Sureyya û ji bo daxuyaniyek bidin dest bi meşê kirin.

Lê polîsan pêşiya girseyê girtin û êrîş wan kirin. Polîan Parlementerên HDP’ê Erol Katircioglû, Mûrat Çepnî û Gulîstan Kiliç û Hevberdeva HDK’ê Sedat Şengolû dan ber pehînan.

Parlementerê HDP’ê Erol Katirciolgû yê bi guleya pilastîk a polîsan ji zikê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

Her wiha li Enqerê jî polîsan êrîş bi ser kesên ku dixwestin li Qada Sakaryayê ji bi Qetlîama Pirsûsê daxuyanî bidin.

Polîsan pêşiya komê girtin û 8 kes bi lêdanê destgîrkirin. Di dema mudaxeleya polîsan de welatiyan dirûşma ‘Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesê edalet’ qîr kirin.