Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncel de girtin

Polîsên Tirk bi ser Produksiyona Martiyê û Produksiyona Guncelê de girtin, kompûter û hard dîsk desteser kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, polîsan li Amed, Wan û Stenbolê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnamevan Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin binçavkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser Produksiyona Martiyê û Produksiyona Guncelê yên li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin. Polîs ku bêyî agahiyê bidin xwediyên şîrketan bi ser de girtin, derî şikandin, hemû kompûter û hard dîsk desteser kirin.

Lêgerîna li şîrketan bi dawî bû.