Polîsan bi dizî bi ser avahiya HDK'ê re girt

Derengiya şevê polîsan bi ser Navenda Giştî ya HDK'ê de girt. Dema ku polîsan bi ser avahiyê de girtin agahî nedan, dest li ser meteryalên dijîtal danîn.

Şevê dî bi derengî polîsên Tirk bi ser avahiya Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de girt. Nayê zanîn bê ka çima bi ser avahiyê de hate girtin, ya balkêş ew e ku dema bi ser avahiyê de girtine polîsan agahî nedana rayedarên HDK'ê.

Polîsan deriyê avahiyê girtin, dest li ser hemû materyalên dijîtal danîn, dest li ser hin pirtûk û pankartan danîn û her tiştên li avahiyê li bin guhê hev dan.

HDK'yiyan diyar kirin dema ku sibehê ew hatine hîn bûne ku bi ser avaihyê de girtin, ti agahî nedana wan.