Polîsan avêtin ser mala xebatkarên Gun TV

Polîsan avêtin ser mala xebatkarên Gun TV

Li Amedê, polîsên rûyê xwe bi maskeyê girtibûn danê sibê avêtin ser mala xebatkarên jin ên Gun TV lê dimînin û xebatkara TV Kubra Soylemez kirin bin çavan. 

Li Amedê, mala xebatkarên jin ên Gun TV lê dimînin, saet di 03:00 de rastî serdegirtina polîsên tevgera taybet hat. Zêdeyî 25 polîsan avêtin ser malê û deriyên avahî û malê şikandin. Polîsan di dema serdegirtinê de berê tivingê dan serê xebatkaran û bi qasî 3 saetan li malê lêgerîn kirin. Polîsan, xebatkara TV Kubra Soylemez bi hinceta dozeke berê kirin binçavan. Soylemez birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û tê payîn ku îro sewqî Dozgeriya Komarê ya Amedê bê kirin.