Polîsan avêt ser mala Keskîn

Polîsan avête ser mala Parêzer Eren Keskîn a ku berê Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgûr Gundemê bû.

Zext û êrîşên li hember Rojnameya Ozgur Gundem a ku biryar girtina wê hatiye dayîn, tevî serdegirtina ser avahiya rojnamê û derbkirin û binçavkirina xebatkaran ve sînor nema. Polîsan avête ser mala Parêzer Eren Keskîn a ku berê Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê dikir ku li gel dayîka xwe li Maltepe Kuçukyaliyê dijiya de girtin.

Hat ragihandin ku polîsên ku avêtin ser malê, Keskîn ne li mal bû, lêgerîna ku li malê tê kirin hê jî dewam dike.