Polîs û leşkeran avêtin ser mala Hevşaredarê Bismilê Sari
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên hêzên dewleta Tirk de polîs û leşkeran avêtin ser mala Hevşaredarê Bismilê Sari. Lêgerîna li mal wî dewam dike.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên hêzên dewleta Tirk de polîs û leşkeran avêtin ser mala Hevşaredarê Bismilê Sari. Lêgerîna li mal wî dewam dike.
Polîs û leşkeran avêtin ser mala Hevşaredarê Bismilê Resûl Sari ya li gundê Çoltepe.
Li mal, axur, hewş û kadînê lêgerîneke mezin tê kirin û banê xaniyê ji kelpîç bi bêrê tê kolandin. Polîsan avêtin ser mala dayika Sari jî û lêgerîn kirin.
Gund ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Lêgerîna li mala Sari dewam dike.