Polîs rastiya li Sûrê vedibêje: Dewlet kuştiyên xwe yên li Sûrê vedişêre

Polîsekî li navçeya Amed Sûrê li ser kar e û nexwest navê xwe aşkere bike diyar kir, ku dewletê encama dixwest li Sûrê bi dest nexistiye û got, "Gelek leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan, Morg bi cenazeyan dagirtî ne, lê ev tên veşartin."

Polîsekî li navçeya Amed Sûrê li ser kar e û nexwest navxwe aşkere bike da xuyakirin, ku dewletê encama dixwest li Sûrê bi dest nexistiye. Vî polîsî got, "Gelek leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan, Morg bi cenazeyan dagirtî ne, lê ev tên veşartin." Polîsê navborî anî ziman ku gelek polîs û leşkeran îstifa kirine, wî jî xwestiye îstifa bike, lê belê îstifa wî nehatiye qebûlkirin.

Berxwedana Sûrê ya li dijî tank, top, bi hezaran leşker û polîsên Tirk di roja 54. de dewam dike. Hêzên dewleta Tirk çiqasî bixwaze vê têkçûna xwe bi rêya medya xwe ya şer veşêre jî, roj bi roj rastî bêhtir derdikeve holê. Endamên dewletê bi xwe êdî li rastiyan mikur tên.

Polîsekî li navçeya Amed Sûrê li ser kar e û nexwest navê xwe aşkere bike, anî ziman ku dewletê li Sûrê ti serketineke ku îdîa dike bi dest nexistiye û da zanîn, ku ji bilî taxên şer lê diqewimin, gelek taxên din hene hînê hêzên dewletê xwe negihandine.

'EV KAR NAQEDE'

Polîsê navborî da xuyakirin, ku li taxên Hasirli, Cûmhûriyet, Savaş û Dabanoglûyê şer dewam dike, li taxa Alîpaşayê jî xendek û bend li şûna xwe ne û ti operasyon nehatiye kirin.

Polîs got, "Ev kar bi vî rengî naqede" û da zanîn, ku li gorî çavdêriyên wî girtina xendekên li Sûrê zehmet e, eger bê girtin jî ev yek wê bi mehan dewam bike.

'MEDYA DINEPISÎNE, LEŞKER-POLÎS ÎSTIFA DIKIN'

Vî polîsî diyar kir ku nûçeyên medya şer ên weke "Paqijî bi lezeke mezin didome", "PKK direve", "Leşker-polîs di nava ahengiyê de tevdigerin" ne rast in û destnîşan kir, ku ev rewşa neserketî di nava hêzên leşker-polîsan de rê li ber bêmoraliyê vekiriye.

Polîs anî ziman ku gelek polîs û leşkeran îstifa kirine, wî jî xwestiye îstifa bike, lê belê îstifa wî nehatiye qebûlkirin.

'KUŞTIYÊN LEŞKER-POLÎSAN GELEKÎ ZÊDE YE'

Polîs anî ziman ku kuştiyên leşker-polîsan li Sûrê gelekî zêde ne û da zanîn, ku li morgan gelek cenazeyên leşker-polîsan hene, hejmara polîs û leşkerên jiyana xwe ji dest dane tê veşartin.

'EM JÎ ESEDÛLLAHIYAN NAS NAKIN'

Polîsê navborî da xuyakirin, ku ew bi xwe jî endamên tîma Esedûllah ku ji yekîneyeke taybet a çeteyên DAIŞ'ê pêk tê, nas nakin û diyar kir, ku kesên bi zimanên cuda diaxivin di nava vî tîmî de cih digirin. Vî polîsî anî ziman ku ti kar û barên fermî li ser cenazeyên kesên ji vî tîmî dimirin, nayên kirin.