Polîs li Sêrtê bi guleyên rastî êrîş dike

Polîs li Sêrtê bi guleyên rastî êrîş dike

Li Sertê ku êrîşên çeteyên DAIŞ bi awayekî zêde tên şermezarkirin, saet ji 08.00’an ve derketina kolanan hatiye qedexekirin. Bi sedema polîs têr nakin leşker bi wesayîtên leşkerî li navçeyê hatin bicihkirin.  Gel li kolanan e û polîs bi çekên rastî êrîş dike. Ciwanê 17 salî yê bi navê Davut Nas hat qetilkirin. Li bajarê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da xwepêşandan dewam dikin.

POLÎS GULEYÊN RASTÎ BI KAR TÎNE

Li bajêr ku ji danê sibehê ve derketina kolanan hatiye qedexekirin, pevçûn didomin.  Li bajêr bi sedema polîs kêm dimîne gelek gelek leşker hatin sewqkirin. Polîs bi guleyên rastî êrîşî ciwanan dike. Ciwan jî bi molotofkokteyl û keviran bersiv didin.
 

5 KES DI BEŞA LEZGÎN DE TEDAWÎ DIBÎNİN

5 kesên ji ber gule, ava şid û bombeyên gazê yên polîsan birîndar bûne piştî emeliyatê rakirin beşa lezgîn.

Tê payîn cenazeyên kesên ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin ji bo otopsiyê bişînin Amedê.

STK JI BO TEVÎ QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN JÎ LI DERVE NE

Di vê navbera ji bo bêwatekirina qedexeya derketina kolanan, nûner û endamên saziyên civaka sivîl, hevşaredar li Qada Cumhuriyetê hatin cem hev.

Seroka Şaxa Sêrtê ya ÎHD’ê Zana Aksu got, “Ji bo bêwatekirina qedexeya kolanan em hatin Qada Cumhuriyetê. Li devre li her cihî dengê guleyan tê. Li navçeya înternet jî hatiye qutkirin.”

GELEK SAZÎ, DIBISTAN Û KARGEH HATIN ŞEWITANDIN

Li Sertê gelek sazî, dibistan û kargeh û bi dehan wesayît hatin şewitandin. Navenda bajêr jî din av de li taxên, Bariş, Ulus, Conkbayir, Alan, Çal, Algul, Dogan, Yenî, Sakarya, Karakol û malên afetê ji duh êvarî ve ciwanan li kolanan bend danîne û bi polîsan re pev diçin.