Polîs li naverastê êşkence Hevserokê HDP'ê yê navçeyê kir, nexweşxaneyê rapor neda
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Çatalcayê Nîhat Bozkuş ê ku li Stenbolê di nava koma rastî êrîşa polîsan hatî de bû, li naverastê rastî êşkenceya polîsan hat. Bozkuş piştî ku hat dermankirin ji nexweşxaneyê derket.

Duh li Stenbolê koma ku dixwest îxaneta PDK’ê şermezar bike rastî êrîşa polîsan hatibûn. Di nava wan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Çatalcayê Nîhat Bozkuş jî ji aliyê 20 polîsan ve heta kêleka kolanê li erdê hatibû kaşkirin.
Bozkuş ê ku ji gelek cihên laşê xwe birîndar bû piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hat derxistin.
Bozkuş da zanîn ku li Nexweşxaneya Okmeydanî û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Bagcilarê rapora êşkenceya lê hatiye kirin nedane wî. Bozkuş giliyê polîsên êşkencekar kir.
Bozkuş diyar kir ku bi taybetî ji serê xwe derbên giran xwariye û wiha got: “Em ji bo mafê xwe yê demokratîk bikar bînin hatin gel hev. Lê belê dema ku hêj kom nebûn, polîsan êrîş kir. Hevalên me hatin binçavkirin û li nava kolanê em rastî êşkenceyê hatin. Divê were zanîn ku bi van êrîşan nikarin me ji têkoşîna demokrasiyê dûr bixin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Polîsên AKP'ê yên ku dibêjin li hemberî êşkenceyê sifir tolerans dikin, niha li nava kuçeyê êşkenceyê dikin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye û AKP sûc dike. Min ji nexweşxaneyê rapora êşkenceyê xwest, lê bi gotina; 'Em nikarin bidin' rapor nedane min. Bi vî awayî dixwazin delîlên îşkenceyê ji holê rakin.”
Daxuyaniya çapemeniyê ya li Tunela Taksîmê ya bi pêşengiya TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatolyayê, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwarên Marmarayê û DBP'ê rastî êrîşa polîsan hatibûn. Di êrîşê de 42 kes hatibûn binçavkirin. Di dema êrîşê de nexweşê dil rastî tundiya polîsan hatibû û rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî rastî êrîşê hatibûn.