Polêsên Swîsreyê avêtin ser mala rojnamevan Ozşerîk
Polêsên Swîsreyê avêtin ser mala rojnamevan Ozşerîk
Polêsên Swîsreyê avêtin ser mala rojnamevan Ozşerîk
Polêsên Swîsreyê, doh bi şev avên ser mala nûnerê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka yê Zurichê Alî Ozşerîk.
Li gorî agahiyên ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka hat girtin, doh saet di 21.00 de polêsan avêtine ser mala rojnamevan Ozşerîk û li wesaît û mala wî geriyane. Polêsan weke sedema serdegirtinê jî gotin, "Sûcdarekî krîmînal reviyaye û ketiye hundurê avahiyê". Li ser vê yekê Ozşerîk ji polêsan pirsî, çima di nava 4 malên di avahiyê de bi tenê li mala wî geriyaye. Polêsan jî gotin, ew fermana ji wan re hatiye dayîn, bicih tînin.
Hat ragihandin, lêgerîna li mala rojnamevan Ozşerîk 2 saetan dewam kiriye û bi morkirina raporê re, dawî li lêgerînê hatiye.
Hêjayî gotinê ye, çend sal berê jî polêsan avêtibûn ser mala rojnamevan Ozşerîk, dokûmanên li komputerê kopy kiribûn û dest danîbûn ser nasnameya wî ya rojnamevaniyê.