Koordînasyona Navenda Platforma 'NA' ya li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku ew weke şoreşger, mirovên pêşverû, welatparêz, Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Asûrî, Ermenî, Elewî, Êzidî Xiristiyan, Misilman, rewşenbîr, rojnamevan, akademîsyen, jin û ciwanên mûxalîfên desthilatdariya AKP'ê yên li Ewropayê, li hev civiyan e û Platforma 'NA' ava kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, deriyê plafromê li beşdariyên nû vekiriye û hat gotin, "Armanca bingehîn a platformê ew e, ku di referandûma têkildarî rêveberiya yekperestiyê de, kampanya 'NA' bi xurtî û berfirehî li nava civakê bimeşînin."
Platformê, êrîşên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, girtina Hevserokên HDP'ê, parlamenter, hevşaredar, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bibîr xist û destnîşan kir, ku bi vê guhertina Destûra Bingehîn re tê xwestin, ev êrîş û faşîzma li dijî mûxalîfan mayînde bikin.
Platformê da zanîn, hemû destûrên bingehîn ên heta roja îro hatine çêkirin, bi taybetî Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê xwedî naverokeke faşîst û paşverû ye û got, "18 xalên ji bo qanûnîkirina rejîma yekperest-dîktatoriyê tên guhertin jî, bi heman nêzîkatiyê tê kirin."
Platformê sedemên kampanya xwe ya 'NA' eşkere kir:
"Bi gotina 'Yek milet, yek ziman, yek al, yek welat' re hebûna Kurdan û hemû gelên din tê înkarkirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê ya Kurdan tê qedexekirin. Ji ber ku daxwaza Kurdan a civaka demokratîk û jiyana bi hev re red dike, em ji vê guhertina Destûra Bingehîn re dibêjin NA!
Ji ber ku Elewî, Êzidî, Ermenî, Suryanî û hemû baweriyên cuda ji nedîtî ve tê, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA!
Ji ber ku mafên karkeran, mafên grevê, peymana tomerî û kar ji nedîtî ve tê, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA!
Berevajî mafên mirovan, ji ber ku rêveberiya dîktatorî esas digire, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA!
Ti kes, ji gel mezintir nîne. Lewma em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA!
Di dîktatoriya şexsekî de, em ji şîdeta li dijî jinê, ferza şêweya jiyaneke paşverû, hewldanên destavêtina li zarokan qanûnî dike, mafê LGBT'yan binpê dike û ji zîhniyeta serdest a mêr re dibêjin NA!
Gel, netewe, bawerî û zayend bi dîktatoriya şexsekî nayên tepisandin. Ji ber ku em li ber dîktatoriya şexsekî û sîstema wî ya paşverû radibin, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA!
Ji ber ku em li dijî Destûreke Bingehîn a ku mafên bindestan, neteweyan, çînan, zayend û baweriyan binpê dike û dîktatoriya Qesrê erê dike, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA!
Ji ber ku em Destûreke Bingehîn a Demokratîk diparêzin, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA!
Werin em bi hev re, ji bo welatekî wekhev, demokratîk û azad, di referandûmê de bêjin 'NA'."