Platforma Dengê Girtiyan ji bo Dayikên Şemiyê bang kir
Platforma Dengê Girtiyan, ji bo çalakiya hefteya 700'î ya Dayikên Şemiyê bang li her kesî kir ku dakevin qadan.
Platforma Dengê Girtiyan, ji bo çalakiya hefteya 700'î ya Dayikên Şemiyê bang li her kesî kir ku dakevin qadan.
Platforma Dengê Girtiyan bi wesîleya hefteya 700'î ya Dayikên Şemiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dayika min ev 700 hefte ne dengê min dide bihîstin. Dayika min Dayika Şemiyê ye. Dibe qîrîna min a li dezgehên êşkenceyê nîvco mayî."
'25'Ê TEBAXÊ DAKEVIN QADAN'
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Çirûska ku we li Stenbolê pê xist, li Kurdistanê geş bû û li Arjantînê veguherî êgir. Bi çongên xwe yên dilerizin, bi pişta xwe ya xwar bûye, bi bîr û baweriya xwe her hefte hûn daketin qada Galatasarayê û careke din em hînî enternasyonalê kirin. 700 hefteyên bi bîr û bawerî, bi berxwedêrî.
Di hefteya 700'î de em li her qada Ewropayê bibin dengê Dayikên Şemiyê û 25'ê Tebaxê roja Şemiyê dakevin qadan. Em vî dengê mafdar ê dayikên xwe bigihînin gelên cîhanê."