Planên tarî yên li pişt êrîşên Çelaxa
Planên tarî yên li pişt êrîşên Çelaxa
Planên tarî yên li pişt êrîşên Çelaxa
Li pişt êrîşên li herêma Çelaxa planên qirêj derketin. Hate hînbûn ku komên Îslamî yên radîkal bi hinek partiyên Kurd ên wekî El-Partî û Azadî civîn çêkirine û gotine ku dê di nava 24 demjimêran de Rimêlan bigirin.
Li gorî agahiyên ku, ji çavkaniyên pê bawer ku nexwestin navên xwe aşkera bikin, komên bi navê Ehrar El-Şam, Qee Qa û Mala Berhik ên girêdayî El-Partî ku Hekîm Beşar serokatiya wê dike, Ketîba Selahaddin a girêdayî Partiya Azadî, Meşel Temo ya girêdayî Partiya Teyar El-Musteqbel, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam û Cephet El Nusra, li herêma Til Koçer civînek veşartî lidar xist. Heman çavkanî da zanîn ku, civîn 2 roj beriya niha hatiye lidarxistin û biryar hatiye girtin ku, di nava 24 demjimêran de herêma Rimêlanê bê bidestxistin.
Hate gotin ku, piştî civînê jî êrîşên li gundên Til Elo, Elî Axa, Girhok, Siwêdiyê yên herêma Çelaxa hatine destpêkirin.
Demek beriya niha jî li gundekî Çelaxa di navbera Partiya Azadî, El-Partî û Cephet El-Nusra de civînek hatibû çêkirin û planên êrîşan hatibûn kirin. Piştî vê civînê jî hatibû gotin ku, li alîgirên El Partî gaz hatiye belavkirin.