Planên nû yên AKP û PDK'ê!

AKP, naxwaze van hevdîtinan bi eşkere bike. Ji ber ku naxwaze planên wan ên xeter deşîfre bibin û MHP’ê aciz bike. PDK dixwaze eşkere be, lê tiştek ji dest nayê.

Dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya fizîkî ya li ser axa Kurdistanê fireh bike. Ev yek zelal bûye ku êdî dewlet ji bilî leşker, tank û topan êdî nikare xwe li Kurdistanê bi cih bike. Di van rojên dawî de Efrînê û tevahiya Rojava û bakurê Sûrî weke hedef nîşan dide, ev plan di dewrê de ye, lê belê li hemberî Başûr jî planên nû kirine dewrê, yan jî planên xwe nû dikin.

Efrînê hedef nîşan didin, lê li hemberî Başûr di nava êrişan de ne. 

Ji bo mijar tam were zelal kirin, pêwîst e çend bûyerên ku demên dawî qewimîn em bînin cem hev;

Roja 14’ê Kanûnê dewleta dagirker li sînorê Şemzînanê berê xwe da herêma Xakurkê û gelek deveran topbaran, bombebaran dike. Ev nimûneya dawî ye. Li ser sînorê Bakur û Başûr bi hezaran baregeh ava kirine. Li ser axa Başûrê Kurdistanê jî bi cih dibin, bi alîkariya teknîka pêşketî dixwazin xwe li vir biparêzin.

Her wiha li Başûrê Kurdistanê 18 baregehên fermî û eşkere yên dewleta Tirk hene. Bêguman dever û cihên veşartî jî hene. Avahiyên MÎT’ê hene. Lê bele em tenê behsa cihê tên zanîn dikin!

Dîsa êrişên hewayî her diçe zêde dibin.

Roja 17’ê Kanûnê hat gotin ku li herêma Germiyan-Xurmatû komên çekdar digerin. Hin kes û rayedarên li herêmê ji RojNews’ê re axivîn û dibêjin ev komên çekdar di nava liv û tevgerê de ne. Yek ji van dibêje, ev çeteyên DAIŞ’ê ne. Lê divê kes xwe nexapîne, ev ne DAIŞ e, dibe ku bi navê DAIŞ’ê bigerin, ev kom girêdayî Tirkiyeyê ne. Ev xebatên MÎT’ê ne. Bûyer û êrişên ku li Xurmatu li dijî mal û kargehên Kurdan çêbûn jî bi destên van têne kirin.

Gelek bûyerên bi vî rengî hene. Îcar, em werin ser mijarê. Erê, rast e, ev bûyer, êriş, hewldanên dagirkeriyê hene, lê rêveberiya Hewlêrê derbarê van mijaran de çi difikire?

Gelê Başûr dibêje, em leşkerên Tirk naxwazin.

Rêveberiya Enqerê Kurdan weke dijmin îlan kiriye û di nava hewldanên qirkirinê de ye.

Rêveberên Hewlêrê jî hewl didin xwe bi Erdogan xweş û çê bikin.

Li gorî hin agahî û şîroveyan, têkiliyên ku piştî referanduma 25’ê Îlonê û 16´ê Cotmehê dagirkirina Kerkûk û deverên din de qut bûbûn, dîsa hatine destpêkirin. Yanê; AKP û PDK bi awayekî veşartî di nava hevdîtinan de ne.

Beriya demekê Nêçîrvan Barzanî çû Şirnexê û ji wir derbasî Fransa bû. Hat gotin, Barzanî li balafirgeha Şirnexê bi rayedarên MÎT’ê re hevdîtin pêk aniye. Beriya vê serdana Barzanî, siyasetvanekî Başûrî çûbû Enqerê û bingeha van hevdîtinan danîbû.

Pîştî vê yekê, li Hewlêrê jî tê gotin, hin hevdîtin hatine kirin.

AKP, naxwaze van hevdîtinan bi eşkere bike. Ji ber ku naxwaze planên wan ên xeter deşîfre bibin û MHP’ê aciz bike.

PDK dixwaze eşkere be, lê tiştek ji dest nayê.

Naverok û armanca van Hevdîtinan jî bêguman tevgera azadiya Kurdistanê ye. Dewleta Tirk dizane ku PDK tevgav bûye, xwe avêtiye hembêza Enqerê. Ji ber vê yekê dixwazin li hemberî tevgera azadiyê zêdetir bi kar bînin.

Daxuyanî, hevdîtin û zimanê çapemaniya PDK’ê vê yekê nîşan dide.

Heta niha jî ti rayedarekî Hewlêrê negotiye, ‘na hevdîtinên me bi AKP’ê re nînin’.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA