'PKK jiyan û rastî bi xwe ye'

'PKK jiyan û rastî bi xwe ye'

PKK a di sala 1978'an de ava bû, di serî de ciwanên Kurd hemû ciwanên dixwazin têkoşîna wekhevî û azadiyê bimeşînin, heta vê gavê jî dikşîne nava xwe. Ji bo xwe bi tecrûbeyên PKK'ê re ji nû ve nas bikin û nirxên nû li yên hatine afirandin zêde bikin, ciwan berê xwe didin çiyayên Kurdistanê, diherikin nava PKK'ê. Di salvegera 36. a damezrandina PKK'ê de, yên di sala 2010'an û piştî wê beşdar bûn ku weke nifşê herî dawî tê yê PKK'ê tên pênasekirin, PKK vegotin.

BAWER MÛNZÛR: PKK BI AWAYEKÎ RASTEQÎN VEGERA LI CEWHERÊ YE

Di sala 1991'ê de li Dêrsimê ji dayik bûm û li Dêrsimê mezin bûm. Di sala 2012'an de ji Zanîngeha Anadolû ya Eskîşehîrê beşdarî nava refên gerîlayên PKK'ê bûm. Malbata min malbateke CHP'yî bû. Em jî bi wê bandorê mezin bûn. Piştî derketina ji Dêrsimê, dîtin û naskirina derdorên cuda lêgerînên nû li gel min da destpêkirin. Dema diçûm zanîngehê, bi tenê ji ber ku Dêrsimî bûm, mal nedidan min. Ji ber ku Kurd û Elewî bûm, mîna sûcdarekî potansiyel dihatim dîtin. Rasthatina li vê rewşê, dibe sedem ku mirov bikevin nava lêgerînekê. Di encama vê lêgerînê de li zanîngehê min nêrîna PKK'ê û hin heval nas kir. Cara yekemîn di wê demê de ketim nava hewldana fêmkirina Kurdayetiyê, rastiya civakî û vegera li cewherê. Ji ber ku PKK xwe dispêre civakê û li gorî rêxistinên din di mijara pêkanîna şoreşê de cidî ye, mirovan ber bi xwe ve dikşîne. Îro li Tirkiyeyê gelek rêxistin hene. Lê belê ti ji van rêxistinan, ji gotinê derbasî pratîkê nabin. Li cihê ez lê mezin bûm gelek rêxistinên çep hebûn. Tevî ku weke cihekî bi şoreşgeriyê tê binavkirin jî, asîmîlasyon di radeya herî bilind de tê jiyîn. Ji aliyê çandî ve em ber bi tinebûnê ve diçûn. Ji her alî ve înkarek hebû û li hemberî vê jî têkoşîn nedihat meşandin. Weke şexis, naskirina rastiya xwe bû sedem ku ew ji aliyê wijdanî ve muhasebeyeke cidî bikim. Tevî ewçend komkujî û tinehesibandinê bûyîna CHP'yî, ji bo  min gelekî giran bû. Cihê mirovê li cewhera xwe digere PKK ye. Ji bo min PKK bi rastî vegera li cewherê ye.

YA EZ LÊ DIGERIYAM MIN DI NAVA PKK'Ê DE DÎT

Tevahiya jiyana me ya li nava PKK'ê xwe dispêre komînalîteyê. Lê di nava civakê de têkiliyên mirovan bi giranî xwe dispêrin berjewendiyên şexsî. Hewl dihat dayîn ku dostanî li ser bingeha pereyan bê meşandin. Hewl dihat dayîn ku jiyan li dora pere bê hûnandin. Vê têkiliyê û rêbaza jiyanê êdî min aciz dikir. Min dest bi lêgerîna jiyaneke din a li derveyî vê kir. Ya ku ez lê digeriyam jî, min di nava PKK'ê de dît. Têkiliyên jiyanê yên di nava PKK'ê de, berevajî yên li nava civakê ne. Mirov li vê derê ne ji bo xwe, ji bo rêhevalê xwe dijîn. Berjerwendiyeke şexsî nîne. Ji bo me, ya berî me tê rêhevalên me ne. Her tiştên me li vir hevpar in û em her tiştî parve dikin. Ev tiştekî bê vegotin nîne, ancax bê jiyîn. Di dema herî zehmet de rêhevalê/a te li cem te ye û ji bo tu wê zehmetiyê ji holê rake, bi her awayî fedekariyê dike. Rêhevalî, rastiyeke ku bi jiyanê re mirovan kêfxweş dike û di hebûna mirovan de roleke girîng dilîze. PKK ji bo min tê wateya mirovbûyîn, ezbûyîn. Eger PKK nebûya, kesayetiya me wê tine bibûya.

DENÎZ DERYA: PKK JI BO MIN BÛ NAVÊ JIYANÊ

Di sala 1993'an de li Kobanê ji dayik bûm. Di sala 2010'an de ji Kobanê tevlî nava refên PKK'ê bûm. Min partî bihîstibû, lê baş nas nedikir. Di dema ciwantiyê de, ji bilî jiyana nava malbatê lêgerîna min li jiyaneke cuda hebû. Ji xwe li herêma me heval hebûn. Min bi wan re têkilî danî. Di demeke kurt de jî min biryar da û tevlî bûm. Min PKK, piştî tevlî rêxistinê bû baş nas kir. Berê min tenê ji derdorê dibihîst. Bi naskirin û jiyîna jiyana PKK'ê re hezkirin û dilsoziya min a pê re zêde dibû. Gelek caran li ber xwe ketim ku 'heta niha çawa di nava sîstemê debûm, çima zûdeyî min partî nas nekir û tevlî nebûm.'

DI NAVA PKK'Ê DE HER KES WEKHEV E

Edalet, parvekirin û qîmeta di nava jiyana PKK'ê de ji mirovan re tê dayîn, mirovan xurt dike. Ji nû ve vejîn û hebûnê diafirîne. Baweriyeke di asteke xurt de dide mirovan. Nîşan dide ku tiştek nîne bi hev re bi ser neyê xistin. Piştî ku li şûna ez nêzîkatiya em hat rûniştandin, hingî jiyan ji her alî ve bedew dibe û hêsantir dibe. Di jiyanê de parvekirin, têkiliyek dûrî berjewendiyan, ne tenê ji bo xwe ji bo yên li kêleka xwe pêkanîna hin tiştan û derfeta guhertina hin tiştan, mirovan kêfxweş dike. Min ev di nava PKK'ê de dît û jiya. Di nava jiyanê de her kes wek hev e. Ti kes ne mezin e ne jî biçûk e. Ne xizan e ne jî dewlemend e. Her kes di heman astê de xwedî heman berpirsyarî û jiyanê ye. Ji vê yekê ez xwe weke deyndarê Rêbertiyê û hemû rêhevalên di vê rê de meşiyane dibînim. PKK ji bo min bû hêviya jiyanê, hînî min kir ku jiyana heyî çarenûs nîne, dikare were guhertin. PKK ji bo min bû navê jiyanê.

DILJÎN CIZÎRÎ: WEKE JIN HEBÛNA BI KESAYETIYA XWE TIŞTEKÎ BEDEW E

Li Cizîrê ji dayik bûm û lê mezin bûm. Di destpêka sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bûm. Ji ber welatparêziya herêmê, partî dihat naskirin. Me zexta dijmin didît. Ji ber ku herêm welatparêz bû ji xwe me xwe nêzî têkoşînê didît. Zexta dijmin ruhê têkoşînê yê li gel me, xurtir dikir. Ji aliyê wijdanî ve min lêpirsîn dikir. Di encama lêgerînên xwe de derketim serê çiyê. Min li vir rastiya PKK'ê baştir nas kir. Berevajî nava civakê, nirx û qîmetê li nava PKK'ê ji mirovan re tê dayîn bandoreke mezin li min kiribû. Di nava civaka em li nav mezin bûn de mafên ji jinê re dihat naskirin, gelekî bisînor bûn. Rola PKK'ê dida jinê û pêşengiya jinê ya li her qada jiyanê, bandoreke mezin li min kiribû. Weke jinekê, hebûna bi kesayetiya xwe bi xwe, gelekî bedew e.

EZ HEBÛNA XWE BI TEVLÎBÛNA PKK'Ê RE DIDIM DESTPÊKIRIN

Hevaltiya li gorî pîvanên civakê, di bin siya zayendiyên me de dima û li ser bingeha berjewendiyên şexsî hevaltî dihat çêkirin. Lê belê hevaltiya di nava jiyana PKK'ê de gelekî cuda ye. Hevalên ku bi tenê carekê hevdû dîtine jî, bêyî dudiliyê bijî xwe ji bo yê din feda dike. Ji ber ku mayîna li heman cihî, hilmkirina heman hewayê, têra vê nêzîkatiyê dike. Pêwîstî bi mayîna bi salan yan jî bi berjewendiyan nîne. Ji bo min PKK'ê, jiyaneke nû pêşkêş kir. Min wateya jiyanê li vir dît. Lewma dîtina salvegera damezrandina PKK'ê min kêfxweş dike. Salvegera damezrandina PKK'ê ji bo min tê wateya ji nû ve bûyîn. Ez ji nû ve bûyîna xwe bi tevlîbûna li nava refên PKK'ê re didim destpêkirin. 

DUNYA GIRAVÎ: PKK'Ê MIN BI HÊZA XWE DA NASKIRIN

Ji Colemêrgê me û ji eşîra Giravî me. Malbata min malbateke welatparêz e. Em 10 xwişk û bira ne. Ji ber ku min şîdet û zilma li hemberî gelê me dît, ez tevlî PKK'ê bûm. Ji ber ku dema di nava sîstemê de bûm, hem rewşa xwe hem jî ji aliyê giştî ve min rewşa el nedidît. Dijmin timî diavêt ser mala me. Bavê min apê min gelek caran hatin binçakirin. Her wiha kekê min li girîgehê hat ragirtin. Her wiha di kovareke din de jî min xwendibû ku dijmin bi cenazeyê hevalên jin ên şehîd ketine lîstiye. Vê yekê li gel jin rê li ber hêrseke mezin a li dijî dijmin vekir. Min ji xwe dipirsî ku li gel vê zilmê jî çawa hînê li wir dimînim û derneketim çiyê. Ji bo li hemberî vê şîdet û zilmê bisekinim ez hatim. Her tim xeyala min bûyîna gerîla bû. Me li dîmen û hevpeyvînên gerîla yên li televîzyonê temaşe dikirin. Kekê min û ez me xeyala gerîla dikir û mîna ku em gerîla ne me bi hev re hevpeyvîn dikirin. Ji gundê Çaltikorê yê Colemêrgê ez jina yekane me ku tevlîbûme. Banga min li hevalên min ên jin ên li gund ew e ku bên jiyana PKK'ê bibînin. Li vir bi rastî jî mirov ji nû ve nas dikin. Mîna ku mirov ji nû ve ji dayik dibin, mezin dibin. Mirov kesayetiya xwe, vîna xwe her tiştî di nava PKK'ê de dibînin û dibin xwedî baweriyeke xurt a ji xwe. Çawa bebekên nû çêdibin tên perwerdekirin, di nava PKK'ê de jî mirov bi wî rengî ji bingehê ve perwerdeyê dibînin. Bi vî rengî bi desteka rêhevalan re tu xwe ji nû ve diafirîne. Dûre ji xwe dipirsî 'Gelo ez ewqasî xurt û bi vîn bûm?' Tu li pêşberî hêza xwe matmayî dimînî. Têkiliyên rêhevaltiyê gelekî xurt in. Em ewqasî xwedî hezkirin û cesareta ji hev re ne, ku li şûna rêhevalê xwe em xwe biavejin ber guleyan. Ji bo hev em xwedî ewçend hestên xurt in."

ÊRÎŞ ANDOK: PKK A RÊBER APO MIROV DIKŞAND NAVA XWE

Ez di sala 1994'an de li Colemêrgê ji dayik bûm. Berî tevlî partiyê bibim li Zanîngeha Agirî min dixwend. Min li zanîngehê PKK nas kir û xwedî lê derketim. Li Colemêrgê ez sempartîzan bûm, lê hewldana têkoşînê û lêgerîna tevlîbûna nava PKK'ê li cem min kêm bû. Li zanîngehê min bêtir PKK nas kir, fêm kir û ketim nava lêgerîna têkoşînê. Bêguman di nava xebatan de lêgerînên min jî kûr bûn. Dema lêgerînên min kûr û zêde bû, êdî meşadina têkoşînê li qada legal û mayîna li nava sîstemê têra min nedikir. Ji bilî PKK'ê rêxistinên din ên çep jî hebûn. Lê min PKK tercîh kir. Ji ber ku PKK cihê ez bersiva lêgerînên xwe yên azadiyê lê bibînim bû, bi rastî jî alternatîf bû. Mirovên xwedî lêgerîna azadiyê di nava PKK'ê de dikarîbû xwe bidîta û  mirov dixwest di nava PKK'ê de şer bike. Ji ber ku PKK'ê li hemberî paşverûtî û sîstema kapîtalîst têdikoşe. Nêzîkatiya wê li azadiyê radîkal e. Ev rastî di kesayetiya Rêber Apo de şênber dibe û xwe bi awayekî zelal radixe pêş çavan.
Piştî kuk tevlî PKK'ê bûm, weke ciwanekî min fêm kir ku dijmin bi çi rengî şerekî taybet li hemberî me dimeşîne. Min dît ku em ewçend bisînor bûne ku veguherîne robotan. Yanî min wateya qirkirina civakê û bi taybetî jî pêkanîna vê li hemberî Kurdan, di nava PKK'ê de fêm kir. Di kesayetiya xwe de min dît ku dijmin kesayetiyên me tarûmar kiriye. Di nava PKK'ê de ez bi rastî jî pê hesiyam ku dijîm û bi armanca xwe ve hatim girêdan. Dikarim bêjim ku PKK jiyan û rastî bi xwe ye.

MAHÎR METÎNA: KÊFXWEŞ IM KU DILOPEK JI VÎ ÇEMÎ ME

Di sala 1995'an de li Îzmîrê ji dayik bûm. Mezûnê dibistana navîn im. Piştî dibistanê li înşaetan xebitîm. Di sala 2004'an de ketibûm nava Cemaeta Gulen. Bi qasî 2 salan bi wan re tevgeriyam û di nava vê demê de min şaşitiyên wan baştir dît. Min dît ku olê çawa bikar tîne û bi rêya ol mirovan çawa talan dikin. Ji ber vê yekê ji wan qut bûm. Di pêvajoya 2012-2013'an de bi çep a Tirk re tevgeriyam. Lê min tişta lê digeriya li wir jî nedît. Zêde radîkal nebû. Ez bi rastî jî mirovekî xwedî lêgerîn bûm. Lêgerîna min lêgerîna watedayîna li jiyanê bû. Û nerazîbûnek li sîstema kapîtalîst bû.

Piştre min sekna herî radîkal a di têkiliyan, jiyanê û têkoşîna li hemberî sîstemê de, di nava PKK'ê de dît û tevlî bûm. Û piştî tevlîbûnê min dît, ku di rêyeke rast de me. PKK ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li gelemperiya cîhanê yek ji mezintirîn tevgera şoreşgerî ye. Her wiha jiyanek komunal a li gorî sosyalîzmê û rêbaza kar hatiye rûniştandin. Di şoreşgeriya PKK'ê de tu bi cîdiyetê dihese. Bi kurtasî mîna çemekî bi heybet e ku me digihîne Kurdistan û rastiya me. Û gelekî kêfxweş im tevî PKK'ê bûme û bûme xwedî firenda şoreşgeriya Kurdistanê.