PKK’ê şehîdên meha kanûnê bibîranî

PKK’ê şehîdên meha kanûnê bibîranî

Komîteya Rêveber a PKK’ê  fermandarê HPG’ê Ramazan Aybî û yek ji fermandara YJA Starê Selma Kaya (Gulbahar Gulhat) ku di 4’ê mijdara 2007’an de li Gabarê jiyana xwe ji dest dan bibîranîn.

Di daxuyaniya ku di malpera pkkonline hate weşandin de hate diyar kirin ku di 4’ê mijdara 2007’an de li Çiyayê Gabarê di pevçûneke bi artêşa tirk re endamê konfeya fermandariya HPG’ê Adil (Ramazan Aybî) û endama Konseya YJA-Starê Gulhar şehîdet ketine.  Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew di 6’emîn salvegera şehadeta wan de hemû şehîdên Gabarê  bibîrtînin û soza xwe ya bo bilindkirina têkoşîn awan dubare dikin.  

Her wiha di daxuyaniyaniyê de endamê Fermandariya Botanê û Konseya HPG’ê Rubar Mardin (Seyfettîn Işik), fermandara YJA STAR’ê Binevş Edassa (Zeynep Bozkurt) û Serbest Harunî (Halîl guler) hatin bibîranîn.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di meha Kanûna 2011’an de li Çiyayê Cudî di navbera gerîla û Hêzên tirk de pevçûn derketin û di pevçûnan de heval Rubahar Mardin û Binewş Edessa, Serbest Harunî şehîd ketin. Em di duyemîn salvegerê de wan bi rumetek mezin bibîrtînin.”

Komîteyê  Abdulmenaf Tekme (Enver Omyanus) û 5 gerîlayên din yên di 17’ê kanûna 2007’an de jiyana xwe ji dest dabûn û her wiha di 2011’an de gerîla Azîz Dersim (Mehmet Guneş) û 6 gerîlayên din ku li navçeya Pilur a Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn bibîranî.

Her wiha di daxuyaniYê 34 kurdên di komkujiya Roboskê de hatine qetilkirin û kesên di komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin bibîranîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ew şehîdan bi rêz bibîr tînin û komkujiya hovane şermezar dikin.  Her wiha em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi hêzeke mezin xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin.