PKK’ê ‘şehîdên’ meha Gulanê bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya ku di sîteya xwe ya înternetê ya fermî de weşand, şehîdên meha Gulanê bibîr anî.
Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya ku di sîteya xwe ya înternetê ya fermî de weşand, şehîdên meha Gulanê bibîr anî.
Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya ku di sîteya xwe ya înternetê ya fermî de weşand, şehîdên meha Gulanê bibîr anî. PKK’ê di daxuyaniya xwe de got:“Meha Gulanê ya têkoşîna me ya azadiyê herî pêş dikeve, berxwedana gel û gerîla ya di tevahiya havîn û payîzê de didome digihêje asta herî bilind, mîna hesabpirsîna jiyana nû ya bi kevn re tevgera me ya azadiyê bi rejîma mêtinkar û qirker re hesabpirsîna herî bi hêz e di hefte û rojên meha Gulanê de pêk tîne. Ji lewra her roja meha Gulanê dibe bi dehan berxwedanên lehengî. Di her rojeke xwe de bi dehan şehîd hewandiye. Serketinên mezin hatine bidestxistin û şehîd hatine dayîn.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rastiya ku meha Gulanê evqasî dike meha têkoşînê, her rojeke wê bi têkoşînên lehengiyê dadigre, her rojeke wê ku bi dehan şehîdan mohr kiriye ev e. Bi awayekî baş fêmkirina vê rastiyê, dîtina ku meha Gulanê çawa derketina Rêbertî veguheriye pêngava berxwedana mezin, bi vî awayî pêşwazîkirina meha Gulanê, bi vî awayî bibîr anîn, jiyîn û jiyandin egera esasî ya dilsoziya bi rastiya şehîdan re û bûyîna şoreşgertiyê ye. Çawa van şehîdên me yên hejmara wan sedan derbas dikin, meha Gulanê kirina meha têkoşîna mezin, her rojeke wê kirina roja qehremantiyeke mezin, di xeta Rêbertî de derketina pêngava mezin a têkoşîna azadiya me di meha Gulanê de hatiye kirin, niha jî di şopa şehîdên me de ku em ê bi derketinên pêngavên bi heybet serketinê bi dest bixin misoger e.”
‘KARASUNGUR Û BÎLGÎN DI DÎROKA ME DE XWEDÎ CIHEKÎ NAYÊN JÎBÎRKIRIN’
Di dewama daxuyaniya PKK’ê de ev xisûs hatin destnîşankirin:
“Di dîroka 2’ê Gulana 1983’yan de ku ji têkoşîna me ya azadiyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye, di şer û pevçûneke ku li Qendîlê rû da, endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û fermandarê pêşeng ê berxwedana Hîlvan-Siwêreg Xalit-Mehmet Karasungur ê di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de xwedî cihekî ku nayê jibîrkirin û heval Saît-Ibrahîm Bîlgîn bi rêz û hurmet bibîr tînın, em careke din destnîşan dikin ku şopdarên wan e.
Em qetilkirina rêhevalê me Hasan Hasuk ku li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye di 1’ê Gulana 1980’ê de ji aliyê hêzên neteweperest yên paşverû ve hat qetilkirin, lanet dikin, soza bilindkirina têkoşîna wî dubare dikin.
Em li pêşberî şehadeta hevalê xwe Hakkî Polat ku li Sêwrega Rihayê ji dayik bûye û di 3’ê Gulana 1980’ê de ji aliyê hêzên hevkar yên herêmê ve hat qetilkirin, serî ditwînin, soza jiyandina têkoşîna wî dubare dikin.
Em qetilkirina rêhevalê xwe Adîl Yavuz ku li Dêrik a Mêrdînê hatiye dinê, di Gulana 1980’ê de ji aliyê hêzên neteweperest û paşverûve hatiye qetikirin, lanet dikin, li dijî şehadeta wî rêzdarin.
Hevalê me Ahmet-Sukru Seven ku li Kixi ya Çewlîkê hatiye dinê di 4’ê Gulana 1981’ê de di pevçûneke ku bi hêzên mêtînger re, jiyana xwe ji dest da. Em şehadeta wî bi rêzdarî bibîr tînin.
Em hevalê xwe Davut-Abdulkadîr Çubukçu ku li Hezo ya Êlihê ji dayik bûye di 2’ê Gulanê de di encama êrîşa dewleta Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye, bibîr tînin, li hemberî bîranîna wî rêzdarin.
Rêhevalê me Huseyîn Taşcan ku ji Keban a Elezîzê ye di 4’ê Gulana 1981’ê de di pevçûneke li Çemîşgezek a Dêrsîmê gihişt şehadetê, em wî bi rêzdarî bibîr tînin.
Em 5 hevalên di şexsê hevalê Alî Sevîlgen ku li herêma Gabarê di 15’ê Gulana 1985’an de li Gabarê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin, soza girêdayîna têkoşîna wan dubare dikin.
Em hevalê Alî Riza-Saik Keştan ku ji Kobanê ye û 6 hevalên wî yên ku di 1’ê Gulana 1988’an de li Dêrik a Mêrdînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr tînin, soza bilindkirina têkoşîna wan didin.
Em rêheval Salîh-Zekî Kalabaş ku ji Agiriya Eleşkîrtê ye û bi du hevalên xwe re ku di 1’ê Gulanê 1989’an de li Botan Çiravê di pevçûnekê de şehîd ketine, bibîr tînin û li hember şehadeta wan rêzdarin.
Hevalê Botan-Zekeriya Zahîr ku ji Efrîneye bi 9 hevalên xwe re di 3’ê Gulana 1990’an de li herêma Besta di berxwedanek bêhempa de şehîd ketin. Em li hember şehadeta wan rêzdarin û têkoşîna wan hinceta jiyana me ye.
Hevalê me Dilşad-Ahmet Ertaş ku ji Dîgor a Qersê ye di 4’ê Gulana 1990’an de li herêma Serhed a Kaxizmanê bi 5 hevalên xwe re şehîd ket, em wan bi rêzdarî bibîr tînin.
Hemalê me Omer-Veysî Orhan di 6’ê Gulana 1992’an de li Nisêbînê bi 6 hevalên xwe re şehîd ketiye, em wan bi rêzdarî bibîrtînin.
Em rêheval Bedran-Mehmet Alî Bînul ku li Elbîstanê ji dayik bûye, bi 6 hevalên xwe re di 10’ê Gulana 1992’an de li çiyayê Engîzekê di pevçûnekê de şehîd ketine, bibîr tînin û li hember bîranîna wan rêzdarin.
Em hevalê Agir-Burhan Kilinç ku ji Bismil a Amedê ye û 5 hevalên wî ku di 4’ê Gulana 1993’an de li bejahiya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tînin.
Em rêhevalê xwe Mucahît- Alî Arslan û 2 hevalên wî yên ku di 5’ê Gulana 1993’an de li bejahiya Sasonê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr tînin.
Em rêheval Berîtan-Naîle Emen ya ji Mêrdînê ye û 4 hevalên wê yên ku di 1’ê Gulana 1994’an de li Botanê şehîd ketine, bibîr tînin û soza jiyandina têkoşîna wan dubare dikin.
Em rêheval Abbas Leçok-Azad Gergersoy yê ji Sêwrega Rihayê ye û 15 hevalên xwe yên ku di 5’ê Gulana 1994’an de li Pulur a Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr tînin û li hember şehadeta wan rêzdarin.
Em di şexsê Dîcle-Hayestan Bahrî ku ji Dêrika Rojavaye û Haydar-Abdulvahap Alagoz yê ji Çamurlu-Îdirêye 24 hevalên me yên ku di 10’ê Gulana 1994’an de li herêma çiyayê Agiriyê şehîd ketine bibîr tînin.
Em rêheval Dilager-Neçîp Çelîk ku ji Panosa Agiriyê ye û bi 7 rêhevalên xwe yên ku bi wî re di Gulana 1994’an de li Serhedê şehîd ketine, bibîr tînin.
Em rêhevalê xwe Pale-Ahmet Acar û yê ji Mîdyadê ye û 7 hevalên xwe yên ku bi wî re di 2’ê Gulana 1995’an deli Botanê şehîd ketine bibîr tînin, li hember şehadeta wan bi rêzdarî serî ditewînin.
Em di şexsê rêhevalê xwe Mazlum-Denîz Denîz ku ji Erxeniya Amedê ye û 3 hevalên xwe yên ku bi wî re li herêma Akvanos a Dêrsîmê di 5’ê Gulana 1995’an de di pevçûnekê de şehîd ketine, bibîr tînin.
Em di şexsê rêhevalê xwe Şiyar- Huseyîn Yildirim ku ji Dêrsimê ye û 6 hevalên xwe yên ku bi wî re li Dêrsîmê di Gulana 1995’an de şehîd ketine, bibîr tînin.
Em rêheval Germiyan-Şemal Huseyîn ku ji Hewlêrê ye û 2 hevalên li gel wî di êrîşa hewayî ya Xakurkê ya 7’ê Gulana 1997’an de pêk hatiye şehîd ketin, bibîr tînin.
Em şehadeta hevalê Ferhat-Fatîh Orak ku ji Elcewaza Bedlîsê ye û 3 hevalên ligel wî di 8’ê Gulana 1997’an de di êrîşa hewayî de li Botanê şehîd ketin bibîr tînin.
Em di şexsê Ayten- Mahabat Gulaç ku ji Sîlopiya Şirnexê ye û Hamza-Zîver Sariyildiz ku ji Şirnexê ye 12 hevalên me yên ku di 2’ê Gulana 1998’an de li Cudî di operasyonekê de şehîd ketin bibîr tînin.
Em di şexsê rêheval Dr. Rodîn-Leyla Yalçin ya ji Dep a Elezîzê ye û Firat-Bedrettîn Aldan ku ji Licê ya Amedê ye, 10 hevalên k udi 6’ê Gulana 1999’an de li herêma Gorsê ya Amedê şehîd ketin bibîr tînin.
Em di şexsê rêheval Gernas- Bengîn Tahlo de 7 hevalên xwe yên k udi 6’ê Gulana 2000’î de li herêma Gorse a Amedê jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tînin.
Di 9’ê Gulana 2010’an de li zindana Evînê ya Tehdranê, ji aliyê rejîma Ahmedînejad ve, rêheval Şîrîn Elem Hulu-Ronahî Maku, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Alî Haydariyan û Mehdî Îslamiyan, welatparêzî û berxwedêriya Kurd li sêdarê bi qehremaniyek mezin temsîl kirin. Em wan bi rêzdariyek mezin bibîr tînin, li hember bîranîna wan bi rêzdarî serî ditewînin.
Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em şehîdên xwe yên meha Gulanê û di şexsê wan de hemû şehîdên xwe yên qehreman bibîr tînin. Em, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ku li sêdarê ji biratiya gelan û sosyalîzmê tawîz nedan, bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku wê girêdayê bîranîna wan bimînin. Em bang li hemû aliyên bi hestiyar, demokrat û şoreşger dikin ku xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, derkevin û berpirsyarî û peywira pêvajoyê di xeta şehîdan de, bi ser bixînin.”