'PKK’ê pêngav avêt vêca dora hikumetê ye'

'PKK’ê pêngav avêt vêca dora hikumetê ye'

Çalakiyên Pencşema Reş ku her hefte li Pirsûs, Wêranşar, Dêrik, Peyas û Wanê tên lidarxistin di hefteya 163'an de berdewam kir. Di çalakiyên Pencşema Reş de ji hikûmetê hat xwestin ku operasyonan bi dawî bike.

Li navçeyên Pirsûs û Wêranşara Rihayê, Dêrika Mêrdîn, Êlih û Peyasa Amedê, Eganîsa Erdişa Wanê û Wanê wekî her hefteyê vê Pêncşemê jî çalakiya Pencşema Reş li ber avahiyên Şaredariyan pêk hatin. Di çalakiyan de endam û rêveberên BDP'ê, nûner û xebatkarên şaredariyan û nûnerên saziyên sivîl ên civaki amade bûn. Di hefteya 163'an de girse dîsa li ber avahiyên şaredariyan kom bûn û bi pankart û dowîzên xwe çalakiyên xwe berdewam kirin. Çalakvanan xwestin şaredar û siyasetmedar serbest bên berdan û operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin.

Çalakgeran anîn ziman ku PKK'ê gav avêt û êdî dor dora dewlet û hikûmetê ye. Di çalakiya li navçeya Pirsûsa Rihayê de Serokê Şaxa Genel Îşê yê Rihayê Sadik Demîr anî ziman ku heta siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan dê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: "Aştî bi yek alî pêk nayê. Divê daxwazên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên cih. Li ser banga Birêz Ocalan PKK'ê leşkerên di destê xwe de serbest berdan. Niha dora AKP'ê û dewletê ye. Divê siyasetmedar êdî bên berdan û dualî pêvajo pêş bikeve.

Li Wanê ji di heman çerçeveyê de çalakiya heftena pêk hat. Çalakî li ber avahiya Şaredariyê ya berê ya li ser Kolana Cumhuriyetê pêk hat. TUYAD-DER, MEYA-DER, KESK, ÎHD, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Rêveberê Tum Bel-Sen'ê yê Wanê Şukru Kaçici daxuyanî xwend û komkujiya Helepçeyê şermezar kir. Kaçici diyar kir ku, ji bo şerê 30 salin berdewam dike û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan bêraweste dê piştgiriyêu bidin hemû gavên. Kaçici xwest ku hemû şaredar û siyasetmedarên Kurd ên bêhiqûqî hatin girtin serbest bên berdan. Li bajaroga Eganisê ya navçeya Erdîşê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Rêveberên BDP'ê, xebatkarên şaredariyê û gelek nûnerên saziyên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên hatin girtin hatin hilgirtin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat